Bersûcê tundiyê Huseyin Bengî hat girtin 2020-08-04 10:43:25   HATAY - Huseyîn Bengî yê ku li Navçeya Dortyolê tundiya sîstematîk li Hatice Bengî û li zarokên xwe kir hat girtin.    Li Dortyala Hataytê Huseyin Bengî tundiya sîstematîk li Hatice Bengi ya pê re zewicî û li zarokên xwe kir. Hatice û zarokên wê yên li ser medyaya civakî alîkarî xwest anîn ziman ku ew dixwazin bersûc bê girtin.    Huseyin Bengî yê ku berê hatibû binçavkirin û piştre hat girtin li ser bertekan bi daxwaza Dozgerê Komarê derxistin Dadgeha Nobedar û hat girtin.