Agirî li Licê hat vemirandin

  • 13:21 31 Tîrmeh 2020
  • Rojane
AMED - Şewata li gundên Licê didomiya bi mudaxilekirina gundiyan hat kontrolkirin.
 
Li gundê Dêrxûst, Sîsê, Cinezûr û Cimar ên girêdayî navçeya Licê ya Amedê ji 28’ê tîrmehê ve şewat derketiye û bi sedan hektar qadên daristan şewitîn. Li gundê Sîsê goristana ev çend carin tê rûxandin jî di şewatê de şewitî û bi mudxelekirina welatiyan şewata li goristanê hat vemirandin.
 
Şewata li gundê Dêrxûst û Sîsê ku pêr şewatê dest pê kiribû gelek dever ji ber şewitîn. Welatiyên gund bi derfetên xwe kêm mudaxileyî şewatê kirin û îro serê sibê şewat vemirandin.
 
Welatiyên gundan ji bo şewat bi temamî vemire di nava tevgerê de ne û kontrola şewatê dikin.