Agirî li Licê hat vemirandin 2020-07-31 13:21:02   AMED - Şewata li gundên Licê didomiya bi mudaxilekirina gundiyan hat kontrolkirin.   Li gundê Dêrxûst, Sîsê, Cinezûr û Cimar ên girêdayî navçeya Licê ya Amedê ji 28’ê tîrmehê ve şewat derketiye û bi sedan hektar qadên daristan şewitîn. Li gundê Sîsê goristana ev çend carin tê rûxandin jî di şewatê de şewitî û bi mudxelekirina welatiyan şewata li goristanê hat vemirandin.   Şewata li gundê Dêrxûst û Sîsê ku pêr şewatê dest pê kiribû gelek dever ji ber şewitîn. Welatiyên gund bi derfetên xwe kêm mudaxileyî şewatê kirin û îro serê sibê şewat vemirandin.   Welatiyên gundan ji bo şewat bi temamî vemire di nava tevgerê de ne û kontrola şewatê dikin.