Dayik û zaroka wê yên ku ketin golê jiyana xwe ji dest dan

  • 10:37 31 Tîrmeh 2020
  • Rojane
BÎLECÎK - Dayik û zaroka ku li ber gola li Bîlecîkê çûbûn seyranê ketin golê û jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li Gundê Tarpaka Înhisara Bîlecîkê Cevahir Gul Solmaz (14) a ku li ber golê seyran dikir ket golê. Dayika Cevahirê, Dursun Solmaz (35) ji bo keça xwe ji avê xelas bike ew jî kete nava avê. 
 
Bi agahdarkirina welatiyên li der û dorê ekîbên AFAD'ê hatin û dest bi xebata lêgerînê kirin. 
 
Piştî lêgerînê cenazeyê dayik û zaroka wê hat derxistin. 
 
Cenazeyên Dûrsûn û keça wê Cevahir ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sogutê.