Dayik û zaroka wê yên ku ketin golê jiyana xwe ji dest dan 2020-07-31 10:37:02   BÎLECÎK - Dayik û zaroka ku li ber gola li Bîlecîkê çûbûn seyranê ketin golê û jiyana xwe ji dest dan.    Li Gundê Tarpaka Înhisara Bîlecîkê Cevahir Gul Solmaz (14) a ku li ber golê seyran dikir ket golê. Dayika Cevahirê, Dursun Solmaz (35) ji bo keça xwe ji avê xelas bike ew jî kete nava avê.    Bi agahdarkirina welatiyên li der û dorê ekîbên AFAD'ê hatin û dest bi xebata lêgerînê kirin.    Piştî lêgerînê cenazeyê dayik û zaroka wê hat derxistin.    Cenazeyên Dûrsûn û keça wê Cevahir ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sogutê.