Goristana Sîsê şewitandin
- 16:14 30 Tîrmeh 2020
- Rojane
AMED - Goristana Sîsê ya Licê hat texrîpkirin û şewitandin.
Bi munasebeta Cejna Qurbanê welatî çûn serdana goran. Gora Sîsê ya Licê hatibû texrîpkirin û şewitandin.
Nehat hînbûn ku goristan kengî hatiye texrîpkirin û şewitandin.
'Harabeye dönmüş'
'Goristan kirine xirbe'
Remziyeya ku êrîşên li ser goran nirxand wiha got:"Îktidareke wiha heye ku êrişî baxçe, mal, dar û gorên kurdan dike. Goristan kirine xirbe. Ev yek nayê qebûlkirin. Ev tê wê wateyê ku ew ê AKP têk biçe. Her ku têkçûyina AKP'ê nêz dibe bêtir êriş dike."