Goristana Sîsê şewitandin 2020-07-30 16:14:22   AMED - Goristana Sîsê ya Licê hat texrîpkirin û şewitandin.    Bi munasebeta Cejna Qurbanê welatî çûn serdana goran. Gora Sîsê ya Licê hatibû texrîpkirin û şewitandin.    Nehat hînbûn ku goristan kengî hatiye texrîpkirin û şewitandin.     'Harabeye dönmüş'   'Goristan kirine xirbe'   Remziyeya ku êrîşên li ser goran nirxand wiha got:"Îktidareke wiha heye ku êrişî baxçe, mal, dar û gorên kurdan dike. Goristan kirine xirbe. Ev yek nayê qebûlkirin. Ev tê wê wateyê ku ew ê AKP têk biçe. Her ku têkçûyina AKP'ê nêz dibe bêtir êriş dike."