Li Reqayê cenazeyê zarokekî hat dîtin

  • 18:45 26 Tîrmeh 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Reqayê, îro piştî nîvro cenazeyê zarokekî ku deh sal derbas nekiriye, darvekirî li avahiyeke kevil li rex Parka Sêgoşe ya li nêzî nexweşxaneya Tibê ya Nûjen a Bajêr dît.
 
Zarokê bi navê Xelef El-Misreb duh êvarê ji malê xwe ya li taxa Ferdos derket û venegeriya malê. Zarokê ku venegeriya îro darvekirî li avahiyeke kavil li rex Parka Sêgoşe ya li nêzî Nexweşxaneya Tibê ya Nûjen a Bajêr hate dîtin.
 
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku agahdar bûn lêpirsîn dan destpêkirin. 
 
Heta niha tu agahiyên girêdayî deteyên bûyerê nehatin bidestxistin.