Li Reqayê cenazeyê zarokekî hat dîtin 2020-07-26 18:45:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Reqayê, îro piştî nîvro cenazeyê zarokekî ku deh sal derbas nekiriye, darvekirî li avahiyeke kevil li rex Parka Sêgoşe ya li nêzî nexweşxaneya Tibê ya Nûjen a Bajêr dît.   Zarokê bi navê Xelef El-Misreb duh êvarê ji malê xwe ya li taxa Ferdos derket û venegeriya malê. Zarokê ku venegeriya îro darvekirî li avahiyeke kavil li rex Parka Sêgoşe ya li nêzî Nexweşxaneya Tibê ya Nûjen a Bajêr hate dîtin.   Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku agahdar bûn lêpirsîn dan destpêkirin.    Heta niha tu agahiyên girêdayî deteyên bûyerê nehatin bidestxistin.