Têkildarî Vîrusa Koronayê Rêveberiya Xweser daxuyanî da
- 12:52 24 Tîrmeh 2020
- Rojane
QAMIŞLO - Di encama derketina vîrûsa korona ya li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tedbîrên ku ew ê werin girtin, biryarên nû, bi daxuyaniyekê ragihand.
Piştî derketina vîrûsa korona ya li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, îro Rêveberiya Xweser, bi daxuyeniyekê tedbîrên ku ew ê werin girtin, biryarên nû, ragihand.
Biryara hejmara (85) wiha ye:
*Hemî deriyên sînor, ji dîroka 24-7-2020 bi rengekî giştî tên girtin.
*Ji 24-7-2020'an çi rewşên mirovî ku derbasî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe, wê 14 rojan bikeve karantinayê.
*Ji ber vîrûsa koronayê, qedexe ye ku tu cenaze derbasî herêmên Rêveberiya Xweser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin.
*Kombûyîn, şahî, dawet û konên şînê(Eza)yê, ji bo parastina ji vîrûsê qedexe ne.
*Ji bo parastinê nimêja li Mizgeftê, qedexe ye.
* Karê xwaringehan wê tenê ji bo daxwazên derve be.
*Ji her kesî tê xwestin ku biryarên parastinê û dûrketinê li cihên kar û giştî pêk bînin.
*Ji saziyên ku berpirsiyartiya sînoran rakirine, hemî tedbîrên tenduristiyê û bi rengekî hişk (Kes-tiştên ku derbas bin) bigirin.
*Dema vê biryarê 15 roj in.