Têkildarî Vîrusa Koronayê Rêveberiya Xweser daxuyanî da 2020-07-24 12:52:38   QAMIŞLO - Di encama derketina vîrûsa korona ya li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tedbîrên ku ew ê werin girtin, biryarên nû,  bi daxuyaniyekê ragihand.    Piştî derketina vîrûsa korona ya li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, îro Rêveberiya Xweser, bi daxuyeniyekê tedbîrên ku ew ê werin girtin, biryarên nû, ragihand.    Biryara hejmara (85) wiha ye:   *Hemî deriyên sînor, ji dîroka 24-7-2020 bi rengekî giştî tên girtin.    *Ji 24-7-2020'an çi rewşên mirovî ku derbasî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe, wê 14 rojan bikeve karantinayê.   *Ji ber vîrûsa koronayê, qedexe ye ku tu cenaze derbasî herêmên Rêveberiya Xweser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin.    *Kombûyîn, şahî, dawet û konên şînê(Eza)yê, ji bo parastina ji vîrûsê qedexe ne.   *Ji bo parastinê nimêja li Mizgeftê, qedexe ye.    * Karê xwaringehan wê tenê ji bo daxwazên derve be.   *Ji her kesî tê xwestin ku biryarên parastinê û dûrketinê li cihên kar û giştî pêk bînin.    *Ji saziyên ku berpirsiyartiya sînoran rakirine, hemî tedbîrên tenduristiyê û bi rengekî hişk (Kes-tiştên ku derbas bin) bigirin.    *Dema vê biryarê 15 roj in.