Dayik û lawê xwe yên winda bûn mirî hatin dîtin

  • 15:30 19 Tîrmeh 2020
  • Rojane
QERS - Fîgen Karadag û lawê xwe Mert Karadag ên ku ji Stenbolê çûn Qersê, li rêya bejahî ya Erzirom-Qersê di bîreke avê de mirî hatin dîtin.
 
Fîgen Karadag û lawê xwe yê 22 salî  Mert Karadag ku ji Stenbolê çûn Qersê ji 10 Tîrmehê de agahî ji wan nedihat girtin. Keça Fîgen Karadag a li Enqerê Şeyda Meral Tekîngunduz, serî li emniyetê dabû û gotibû ku dayik û birayê wê winda bûne. Piştî serlêdanê lêgerîna li Fîgenê û lawê wê Mert hatibû destpêkirin. 
 
Li gel xebatên lêgerînê yên li Qersê û derdora wê, cenazeyê Fîgenê û yê lawê wê Mert li ser rêya bejahî ya Erzirom-Qersê di bîreke avê de hatin dîtin.
 
Lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike.