Dayik û lawê xwe yên winda bûn mirî hatin dîtin 2020-07-19 15:30:31   QERS - Fîgen Karadag û lawê xwe Mert Karadag ên ku ji Stenbolê çûn Qersê, li rêya bejahî ya Erzirom-Qersê di bîreke avê de mirî hatin dîtin.   Fîgen Karadag û lawê xwe yê 22 salî  Mert Karadag ku ji Stenbolê çûn Qersê ji 10 Tîrmehê de agahî ji wan nedihat girtin. Keça Fîgen Karadag a li Enqerê Şeyda Meral Tekîngunduz, serî li emniyetê dabû û gotibû ku dayik û birayê wê winda bûne. Piştî serlêdanê lêgerîna li Fîgenê û lawê wê Mert hatibû destpêkirin.    Li gel xebatên lêgerînê yên li Qersê û derdora wê, cenazeyê Fîgenê û yê lawê wê Mert li ser rêya bejahî ya Erzirom-Qersê di bîreke avê de hatin dîtin.   Lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike.