13 kedkar birîndar bûn

  • 14:42 19 Tîrmeh 2020
  • Rojane
DUZCE - Li Gumişovayê traktora kedkarên çandiniyê tê de qulipî û di encamê de 14 kes birîndar bûn.
 
Li navçeya Gumuşova ya Duzceyê traktora ku kedkarên çandiniyê tê de bûn qulipî. Di qezaya ku li qada daristanê pêk hat de ajovan û 13 kedkarên çandiniyê birîdar bûn. Kesên birîndar rakirin nexweşxaneya Hendeka Sakaryayê û hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.