13 kedkar birîndar bûn 2020-07-19 14:42:31   DUZCE - Li Gumişovayê traktora kedkarên çandiniyê tê de qulipî û di encamê de 14 kes birîndar bûn.   Li navçeya Gumuşova ya Duzceyê traktora ku kedkarên çandiniyê tê de bûn qulipî. Di qezaya ku li qada daristanê pêk hat de ajovan û 13 kedkarên çandiniyê birîdar bûn. Kesên birîndar rakirin nexweşxaneya Hendeka Sakaryayê û hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.