Aciziya Tirkiyeyê ya ji ber hevdîtina Îlham Ehmed û Ann Lînde

  • 13:08 10 Tîrmeh 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Tirkiye ji Hevdîtina Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Lînde û Seroka Meclîsa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed aciz bû.  
 
Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Lînde û Seroka Meclîsa Rêveber a Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed hevdîtinek bi rêya dîmen pêk anîn. Ann têkildarî hevdîtinê di hesabê xwe yê Twîtterê de wêne parve kir. 
 
Ann di twîta xwe de wiha got: “Hevdîtina li gel Konseya Meclîsa Sûriyê Îlham Ehmed. Me operasyona leşkerî ya Tirk ku li Bakurê Sûriyê pêk tîne û krîza însanî ya li herêmê û gelek mijarên din gengeşe kir. Alîkariya derveyî sînor gelek girîng e.” 
 
Hevdîtinê Tirkiyê aciz kir. Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê daxuyanî da û got: “Vê hevdîtinê pirsnîşanên cidî çê kiriye.”