Ferda Îldan hat binçavkirin

  • 12:22 10 Tîrmeh 2020
  • Rojane
AMED - Ferda Îldan a ku 25 salan di girtîgehê de ma vê sibehê di serdegittinên malan de hat binçavkirin.
 
 Ferda Îldan a ku 25 salan di girtîgehê de ma û di 2'yê Tebaxa 2019'an de hat tehliyekirin, vê sibehê di encama serdegitinên malan ên li Amedê de hat binçavkirin. 
 
Ferda, di sala 1995'an de bi cezayê muebetê hatibû cezakirin û piştî ku parêzerê wê îtîraz kiribû doz biribû DMME'yê. di encama vê îtîrazê de hatibû qebûlkirin ku Ferda ji nû ve bê darizandin û piştî vê darizandinê Ferda di 2'yê Tebaxa 2019'an de hatibû tahliyekirin.