'Em ê şopdarê doza azadiya jinê bin û planên faşîzmê têk bibin'

  • 09:13 10 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Sara Şêx Hesen
 
HELEB - Endama Meclîsa Sûriya Demokratîk Sekîne Mihemed, li ser êrîşên dewleta tirk ên di derheqê jinan de anî ziman ku dewleta tirk bi êrîşan îradeya jinê hedef digire û wiha got: "Tirsa dewletên faşîst ji vîn û hêza jinê heye. Armanca êrîşan şikandina îredaya jina azad e. Em ê şopdarê doza azadiya jinê bin û planên faşîzmê têk bibin." 
 
Di 23'yê Hezîranê de dewleta tirk bi rengekî  tund berê xwe da Kobanê. Bi balafirên bê mirov li gundê Helincê yê girêdayî bajarê Kobanê xist û di encama êrîşê de sê jinên têkoşer jiyana xwe ji dest dan.  Di êrîşê de Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Zehra Berkel, Endama Kongreya Star Hebûn Mele Xelîl û dayika Emîne Weysî  bûn hedef. Li gel wê li her devera ku dewleta tirk kiriye bin kontrola xwe jin her roj bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Têkildarî mijarê Endama Meclîsa Sûriya Demokratîk Sekîna Mihemed, li ser êrîşên dewleta tirk ên di derheqê jinan de nirxandin kir.
 
'Tirsa dewletên faşîst ji vîna jinê heye'
 
Di destpêka axaftina xwe de Sekîne bal kişand ser êrîşên ku derheqê  jinê de pêk tên û wiha got: "Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve û heta roja îro em dibînin ku her tim dewleta tirk herêmên aram hedef digire. Jinê her tim rêxistinbûyina xwe bi hêz kir û bû xwedî vîneke azad. Ev yek nayê hesabê dewletên faşîst û jinên têkoşer dikin armanc. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi ked û têkoşîna jinê têr û tije ye. Dewletên serwer jî vê têkoşînê hezim nakin. Li herêmên dagirkirî jin rastî hemû cureyên tundiyê tên û destdirêjî li ser nirxên wan tên kirin. Herî dawî jî bi hedefgirtina jinên Helincê armanca wan eşkere bû. Tirsa dewletên faşîst ji vîna jinê heye."
  
'Em ê şopdarê doza azadiya jinê bin'
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Sekîne diyar kir ku dê jin bi kar û xebata xwe bibe bersiva  ji van êrîşan  re û wiha domand: "Her çiqas êrîş bi ser me de bên jî, em qet dev ji doza xwe bernadin. Wê jin bi ked û xebata xwe ji hemû planên qirêj re bibe bersiv. Em ê xeyalên rêhevalên xwe  yên têkoşer bi cih bînin û armancên dijmin vala derxînin. Em ê şopdarê doza azadiya jinê bin û planên faşîzmê têk bibin."
 
'Divê rê li pêşiya kiryarên tirkiyeyê bê girtin'
 
Di dawiya axaftina xwe de Sekîne bang li hemû dewletên navneteweyî kir ku rê li pêşiya kiryarên dewleta tirk bigirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bang li saziyên mafên mirovan dikin ku ji bo kiryarên dewleta tirk ên li ser jinê û herêmên me bên rawestandin, bikevin tevgerê. Divê sûckar bên cezakirin."