'Tu kes nikare me tune bike, em xwedî îrade ne'

  • 09:04 10 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Ji Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Dêrikê Wesfê Mûrad, êrîşên dewleta tirk û hedefgirtina wê ya jinan şermezar kir û wiha got: "Jin bûye xwedî hêzeke mezin û li dijî zilmê xwedî têkoşîn e, ji bo wê tê hedefgirtin. Dewleta tirk ji rêxistinbûyina jinan bi tirs e û li hember wê bi kîn e. Lê em ê têkoşîna xwe bidomînin û tu kes nikare me tune bike, em xwedî îrade ne."
 
Dewleta tirk û komên girêdayî wê bê navber êrîşî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Di encama êrîşan de gelek mirov hatin qetilkirin û gelek jî ji ser axa xwe koçber bûn. Yek ji armancên sereke yên van êrîşan hedefgirtina jinan e. Têkildarî mijarê ji Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Dêrikê  Wesfê Murad nirxand kir.
 
'Em ê dagirkeriyê li ser axa xwe qebûl nekin'
 
Wesfê di destpêka axaftina xwe de qala armanca êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmê kir û wiha got: "Dewleta tirk di van salên dawiyê de êrîşên xwe yên li ser herêmê zêde kiriye û bê navber herêmên sivîlan topebaran dike. Dewleta tir kurd kirine armanca xwe û li kîjan deverê kurd hebin ew der rastî êrîşan tê. Dijminatiya Gelê Kurd bi rengekî eşkere dike û di qirkirinê re derbas dike. Em ê dagirkeriyê li ser axa xwe qebûl nekin."
 
'Dewleta tirk ji hêz û rêxistkirina jinê bi tirs e'
 
Wesfê di dewamiya axaftina xwe de li ser hedefgirtina jinan nêrîna xwe anî ziman û wiha pê de çû: "Dewleta tirk ji rêxistinbûyina jinan bi tirs e û bi kîn e, loma her car jin jî para herî mezin ji van êrîşan digire û rastî cureyên tundiyê tê. Jin bûye xwedî hêzeke mezin û li dijî zilmê xwedî têkoşîn e, ji bo wê tê hedefgirtin. Vîna jinan ji kiryarên dewleta tirk ên hovane mezintir e. Em bi hêvî ne hemû jin di ferqa vê xeteriya êrîşan de bin û li hember wê xwedî sekin û têkoşîn bin." 
 
'Tu kes nikare me tune bike, em xwedî îrade ne'
 
Wesfê êrîşên dewleta tirk û bêdengiya dewletên navneteweyî nirxand û ev tişt got: "Armanca dewleta tirk ne tenê tunekirina kurdan e, niha jî berê xwe daye Lîbyayê da ku dagir bike. Ma kurd li Lîbyayê dijîn gelo! Ev dide diyarkirin ku armancên dagirkeriyê diyar in. Dewleta tirk li pêşiya çavên hemû dewletên navneteweyî bi rehetî dikeve nava bajaran û êrîşî mirovan dike, bê ku tu kes dengê xwe jê re bike. Em bi tundî vê bêdengiyê şermezar dikin. Tu kes nikare bi êrîşên xwe me tune bike. Em mirovên  xwedî  îrade ne."
 
'Em ê her tim di nava tekoşînê de bin'
 
Wefê wiha gotina xwe bi dawî kir: "Her çiqas dewleta tirk êrîşî axa me bike, em ê li hemberî van êrîşan têbikoşin. Em ê destkeftiyên xwe biparêzin û em ê bi ser bikevin. Soza me domandina mîrateya têkoşîna jinên leheng in."