ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2020'AN

  • 09:00 10 Tîrmeh 2020
  • Rojev
*Li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her roj rê û rêbazên êrîşê diguherin. Ligel êrîşên leşkerî niha jî bi qutkirina ava Çemê Firatê rêbaza şer hat guhertin. Bi qutkirina avê re jiyana şêniyan dikin xeteriyê. DÎMEN HEYE
 
*Ji Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Dêrikê Wesfê Mûrad, êrîşên dewleta tirk û hedefgirtina wê ya jinan şermezar kir û wiha got: "Jin bûye xwedî hêzeke mezin û li dijî zilmê xwedî têkoşîn e, ji bo wê tê hedefgirtin. Dewleta tirk ji rêxistinbûyina jinan bi tirs e û li hember wê bi kîn e. Lê em ê têkoşîna xwe bidomînin û tu kes nikare me tune bike, em xwedî îrade ne." DÎMEN HEYE
 
*Mukaddesa ku bi 4 zarokên xwe re bi tenê ma kesek alîkariya wê nekir. Lê piştî ku Mukaddes dikanek vekir nêzikatiya gundiyan li hemberî wê dijwartir bû. Mêr li ber dikana wê rûniştin ku bila jin neçin dikanê. Bi têkoşîna Mukaddesê niha dikan bûye cihê sohbeta jinan û li vir jin serpêhatiyên xwe parvedikin û alîkariyê didin hev. BI DÎMEN
 
*Li girtîgehan binpêkirinên mafan ên li ser girtiyên siyasî bi dawî nabin û ev rewş jî malbatan dike nava fikaran. Leya Ayas a ku lawê wê li Girtîgeha Tîpa E ya Orduyê girtiye diyar kir ku lawê wê ji ber tevli greva birçîbûnê bûye cezayê qedexeya hevdîtina bi telefonê lê hatiye birîn û ev tişt got: "Ji ber rewşa şewbê em nikarin biçin hevdîtina zarokên xwe û em tenê bi telefonê diaxivin. Lê ew jî qedexe kirine em ê çawa hevdîtinê bikin. Em vê qebûl nakin. Bila ceza îptal bikin." DÎMEN HEYE 
 
*Jin û xweza di nava têkiliyek xurt de ne û dema ku em bala xwe didinê li hemû gundan jin çandiniyê û ajalvaniyê dikin, ango ew li gundan bêhtir jiyanek komînal derbas dikin. Jinên kedkar dibêjin jiyana li gundan hevpar e û em li vir bi hev re hewcedariyên xwe pêk tînin. Berhemên ku tên bidestxistin pêşî bi kesên pêdiviya wan pê heye re tên parvekirin piştre tên firotin. BI DÎMEN 
 
*Endama Meclîsa Sûriya Demokratîk Sekîne Mihemed, li ser êrîşên dewleta tirk ên di derheqê jinan de anî ziman ku dewleta tirk bi êrîşan îradeya jinê hedef digire û wiha got: "Tirsa dewletên faşîst ji vîn û hêza jinê heye. Armanca êrîşan şikandina îredaya jina azad e. Em ê şopdarê doza azadiya jinê bin û planên faşîzmê têk bibin." DÎMEN HEYE
 
*Seroka Giştî ya EVEKSEN’ê diyar kir ku yek ji daxwaza wan a herî girîng ewlehî û teqawîtbû ne û got: “Sendîka wê kesên li malê wergerê dikin, kaseta guhdar dikin û dinivîsin, mamosteyên dersên taybet didin û her wiha yên lihîfan çêdikin jî bihewîne.”
DÎMEN HEYE
 
*Endama Lijneya Rêveberiya ÇEVDER’ê Arzu Dînçer diyar kir ku şewatên daristan û HES’ên li herêmê tên çêkirin tenê fêdeyê dide şîrketan û got: "Şewatên daristanan li vir di bin navê ewlehiyê de, li bajarên rojava jî ji bo otelan tên kirin û ji turîzmê re tên vekirin."
DÎMEN HEYE
 
*Selîme Çoban a ji ber zor û zehmetiyên aborî 15 sal berê ji Bedlîsê koçî Edenê kir, debara xwe bi paqijkirina gûzan dike.
Bi hezaran kes li herêmê ji ber zor û zehmetiyên aborî û polîtîkayan koçî metropolan kirin. Jinên ku li ser axa xwe, bi çandina bax û baxçeyan debara xwe dikirin, li bajarên mezin ji bo debarê di karên cuda de neçar man bixebitin. DÎMEN HEYE
 
*Nurcan Aslan ya di çarçoveya doza Nisêbînê de hat girtin û 25 sal ceza lê hat birîn, di pêvajoya binçavkirinan de di encama îşkenceya ku dît de, di çenga wê de şikestin derket holê û hat hînbûn ku nikare xwarinê bixwe. Şikestina di çengeya wê de jî piştî dermankirina li nexweşxaneyê derket holê. DÎMEN HEYE
 
*Ew ê Meclîsa Jinê ya HDP'ê di çarçoveya kampanyaya 'Têkoşîna Jinê li her Derê ye' di 12'ê Tîrmehê de li Dêrsimê bin. Endama PM a HDP'ê Rabia Tekaz bi gotina 'Em li Dêrsimê hevdu bibînin' banga beşdariya jinê ya meşê kir.  DÎMEN HEYE