‘Hêz û îradeya jinê wê bibe bersiva êrîşan’

  • 16:35 9 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Hêlîn Asmîn 
 
QAMIŞLO - Jinên ciwan ên ku tevlî meşa şermezarkirina êrîşên dewleta tirk û hedefgirtina jinan bûne derbarê meşê de nêrînên xwe anîn ziman û wiha got: “Armanca me ji vê meşê ew e ku em hêrsa di hundirê jinên ciwan de derbixin. Jinên ciwan wê armancên dagirkeriyê têk bibin.”  
 
Tevgera Jinên Ciwan a Herêma Cizîrê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk û hedefgirtina jinan bi dirûşma “Serhildana jinên Ciwan tolhildan e” meşek li dar xist. Di meşê de endamên jinên ciwan ên Herêma Cizîrê, Ciwanên partiyên siyasî, endamên sazî û dezgahên sîvîl tevlî bûn. Jinên ciwan yên ku tevlî meşê bûne nêrîna xwe parve kirin.
 
‘Hêz û îradeya jinê wê bibe bersiva êrîşan’
 
Endama Jinên Ciwan a PYD 'ê Maya Ehmed li ser kiryarên dewleta tirk û armangirtina wan a jinan nêrîna xwe wiha anî ziman: “Ji hemû cureyên tundiya li ser jinê hêz û îradeya jinê dikare bibe bersiv. Bi êrîşa li ser Helincê ya herêma Kobanê vîna jinê hedef hat girtin. Em ê xwedî li ked û mîrasê jinê derkevin û soza xwe ya têkoşînê bi wan re nû bikin.”  
 
‘Jinên têkoşer riya têkoşînê ji me re ronî dikin’
 
Endama Jinên Ciwan a Partiya Nûjen ya Demokrat Emel Mistefa, derbarê meşê da wiha nêrîna xwe anî ziman: “Di vê meşê de em piştgiriya xwe didin  tevahî jinên netewan yên ku di Sûriyeyê de dijîn. Bi vê armancê em jî weke jinên ciwan yên ereb tevlîbûna xwe bi hêz mayinde dikin. Jinên ku di encama êrîşa hovane ya dewleta tirk de jiyana xwe  ji dest dane, em bi rêzdarî wan bi bîr dixin. Ev jin rêya têkoşîn û berxwdanê ji me re ronî dikin, da ku nifşên weke me doza azadiya wan biparêzin. Têkoşîn û îradeya me wê armancên dagirkeriyê têk bibin.”