Bernameya meşa Meclîsa Jinê ya HDP'ê diyar bû

  • 13:59 9 Tîrmeh 2020
  • Rojane
ENQERE - Meclîsa Jinê ya HDP'ê ew ê wekî berdewamiya kampanyaya 'Têkoşîna jinê li her derê' ji bo balê bikşîne ser mirina bi guman a jinan bernameya meşê ya ku ew ê pêk bîne eşkere kir. 
 
Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) biryar girtibû ku ew ê wekî berdewamiya kampanyaya 'Têkoşîna jinê li her derê' ji bo balê bikşîne ser mirina bi guman a jinan bernameya meşê pêk bîne. Ew ê meş li bajarên wekî Agirî, Mêrsîn, Aydin, Stenbol û Mêrsînê yên ku di demên dawî de kuştinên jinan ên bi guman zêde bûne, bê lidarxistin. Ew ê di meşê de hem balê bikşînin ser mirinên bi guman ên jinan hem jî bikşînin ser qetilkirina jinan. Piştî biryara meşê HDP'ê bernameya xwe eşkere kir. 
 
Bernameya meşa ew ê di navbera 12-18 û 19'ê Tîrmehê de bê kirin wiha ye:
 
*"Di 12'ê Tîrmehê roja yekşemê de bi tevlîbûna berdevka meclîsa jinê Ayşe Acar Başaran, parlamentera me Dersim Dag em ê saet di 13.00'an de li Kuçeya Hunerê ya Dersimê bin. 
 
*Di 12'ê Tîrmehê de bi beşdariya parlamenterên me Gulistan Kiliç Koçyigit û Huda Kaya em ê saet di 19.00'an de li pêşiya Operaya Surreya ya Stenbolê bin. 
 
*Di 12'ê Tîrmehê roja yekşemê de em ê bi beşdariya parlamenterên me Serpîl Kemalbay û Feleknas Uca re saet di 17.30'an de li Qada Aydin Kent bin. 
 
*Di 18'ê Tîrmehê roja şemiyê de bi tevlîbûna berdevka meclîsa jinê Ayşe Acar Başaran, parlamenterên me Dîlan Dîrayet Taşdemir, Gulistan Kiliç Koçyigit, Zuleyha Gulum, Muazzez Orhan, Semra Guzel li Agiriyê bin. 
 
*Di 19'ê Tîrmehê roja yekşemê de bi beşdariya berdevka partiyê Ebru Gunay, parlamenterên me Fatma Kurtalan, Tulay Hatimogullari û Dersim Dag li Mêrsînê ne."