‘Peyman rabe wê şîdet jî zêde bibe’

  • 09:08 9 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Jinan diyar kirin ku peyaman Stenbolê ya niha di meriyetê de ye û di fîliyatê de pêk nayê hedef tê girtin û diyar kirin ku rakirina peymanê wê şîdeta mêr zêde bike.
 
Serokwekîlê Giştî yê AKP’ê Numan Kurtulmuş di bernameyeke televîzyonê de ji bo Peymana Stenbolê îfadeyên wek ‘çawa li gorî usulê hatiye îmzekirin wê li gorî usulê jî ji peymanê bê vekişandin’ bi kar anîbû. Piştî van gotinan jinan bertek nîşan dan. Jin diyar dikin ku ger peyman rabe wê şîdet jî zêde bibe.
 
'Jin naxwazin peyman rabe'
 
Kedkara malê Aynur Candan: Heta nêrîna mêran sererast nebe wê şîdet bi dawî nebe. Li dijî şîdeta mêr divê dewlet peywira xwe bîne cih lê mixabin mêr ji deriyê pêş dikevin qerekolê û ji deriyê dawî derdikevin. Bêguman derketina ji peymanê li gorî wan e. Dixwazin jinan hepsê malê bikin, bêdeng bikin. Dixwazin cîhanek wisa biafirînin. Ji ber dema jin dibêjin ‘Êdî bes e’ tiştek dibe. Bila Peymana Stenbolê ranebe.
 
'Ji bo yekitiya malbatê nikare şîdet ji nedîtîve bê'
 
Xwendekar Leman Çakir: Peymana Stenbolê pir nayê zanîn. Jixwe pêk nayê jî. Ger pêk bihata wê evqas jin nemiribana. Em dibin şahidê şîdetê. Ez hemû xalên peymanê nizanim lê gelek berfireh in. Minak stargehên jinan qels in û em nizanin ku xwe çawa bigihînin van. Ji bo yekitiya malbatê jin tên fedakirin. Ger jin bên parastin wê civak jî bê parastin. Ji ber vê divê peymana Stenbolê jî neyê rakirin.
 
'Peyman zarokan jî diparêze'
 
Xwendekar Gulsum Çalar:Peymana Stenbolê ne tenê jinan, zarok û komên bêderfet jî diparêze. Divê jin ji bo têkoşîna li dijî şîdetê bibin xwedî hişmend. Di pergala perwerdehiyê de jî perwerdehiyek têr tune. Divê peymana Stenbolê neyê rakirin.
 
'Divê peyman neyê rakirin'
 
Xwendekar Melîsa Gul: Şîdeta li ser jinê ji newekheviyê pêk tê. Ev newekhevî jî ji serdestiya mêr pêk tê. Jin ji bo malbata wan belav nebe li dijî şîdetê serî ditewîne. Fêdeya merciyên rayedar jî ji bo wan tune ye. Divê peyman neyê rakirin.
 
'Jin û zarok wek alav tên dîtin'
 
Xwendekar Gozde Çobanoglu: Piranî mêr bi têgeha namûsê nêz dibin û jin û zarokan wek şexs nabînin. Jin û zarok wek alav tên dîtin. Aydê xwe dibînin. Rakirina peymana Stenbolê ne mantiqî ye. Berovajî vê divê bê parastin.
 
'Hikûmeta heyî hiqûqê pêk nayne'
 
Mamosteya teqawît Nurgul Akîl:Hikûmeta heyî hiqûqê pêk nayne. Îdeolojiyeke ku dibêje ‘tu dikarî li jinê bixî, bi tecawizê bizewicî, bi zaroka 9 salî re bizewicî’ nayê payîn ku pirsgirêkê çareser bike.