'Bersiva me ya ji bo êrîşan wê her tim rêxistina zêdetir be'

  • 09:07 9 Tîrmeh 2020
  • Rojane
AMED - Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Berîtan Yaşar diyar kir ku bi taybet li hember jinên ciwan, li hember hemû aliyên civakê furya êrîşê di dewrê de ye û got: “Bersiva me ya ji bo êrîşan wê her tim rêxistina zêdetir be. Em ê dest ji têkoşînê bernedin.”
 
Êrîş û zextên li hember jinan didomin û di 2 mehên dawî de gelek jin hatin binçavkirin û girtin. Bi taybet di çarçoveya lêpirsîna li hember Komeleya Jinan Rosa hatiye destpêkirin li Amedê 18 kes hatin binçavkirin û jê 12 kes hatin girtin. Li hember KCD’ê di operasyona hat destpêkirin de jî nêzî 30 jinî hatin binçavkirin. Aktîvîsta TJA’yê û endama Lijneya Rêveberiyên Herêmî a Demokratîk Sevîl Rojbîn Çetîn jî li mala xwe rastî îşkenceya polîsan hatibû û 11 roj piştî binçavkirinê hat girtin.
 
Endama Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê û aktîvîsta TJA’yê Berîtan Yaşar, êrîşên li hember jinên Kurd nirxand û got divê jin xwe zêdetir rêxistin bikin.
 
‘Rizgariya jinê rizgariya civakê ye’
 
Berîtanê bi lêv kir ku jinên Kurd her tim rastî êrîş û zextan tên û li herêmê li hember jinan her cureyê îşkenceyê û rêbazên şîdetê tên bikaranîn û got jin jî li dijî van êrîşan di nava berxwedan û têkoşînek mezin de ne. Bêrîtanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îtîraza jinên Kurd li dijî vê pergalê heye. Ji bo ev êrîş bên teşhîrkirin têkoşîneke jinên Kurd a girîng mijara gotinê ye. Em xwedî fikr û nêrîna, jin azad bibe civak jî azad dibe ye. Têkoşîna jinê ne tenê rizgariya jinê ye. Rizgariya jinê rizgariya civakê ye.”
 
‘Divê em her yekê cuda cuda teşhîr bikin’
 
Berîtanê destnîşan kir ku divê êrîşên li hember jinan bi kûrahî bên destgirtin û wiha pê de çû: “Zîhniyetek mêr mijara gotinê ye û divê bandora ku vê zîhniyetê derdixe holê bê dîtin. Divê pirsgirêk bê tespîtkirin û çarserî li gorî vê bê hilberandin. Dijminahiya li hember jinê ya bi zanebûn tê meşandin jî parçeyek ji vê ye. Divê em van polîtîkayan teşhîr bikin. Divê em êrîşên li hember jinan bi kûrahî lêpirsîn bikin, teşhîr bikin. Li herêmê li hember jinan bêtehemuliyek heye. Destkeftiyên hatine bidestxistin jî bûne hedefa desthilatdariyê. Em jinên ciwan êrîşên li hember têkoşîna me qebûl nakin. Li dijî êrîşan em ê bi awayekî topyekun têkoşînê bimeşînin.”
 
‘Em ê zêdetir xwe rêxistin bikin’
 
Berîtanê bi lêv kir ku tevgera jinên azad a Kurd tevgereke ku li cîhanê tê nasînê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevgera jinên Kurd êdî girseyî bûye. Her kes tevgera jinên Kurd dizane. Sedema êrîşan jî ev e. Êrîşên li hember Rosa û TJA’yê jî esas xwe ji vir digire. Ji mezinbûn û rêxistinbûna jinên Kurd ditirsin. Em ê her tim li Gulîstan Doku bipirsin. Em ê tu car dest ji têkoşînê bernedin.”