Qeyûm xizmetên li taxê rawestand

  • 09:06 9 Tîrmeh 2020
  • Rojane
AMED - Xizmetên ku ji bo taxa Palûka Sûrê dihat kirin piştî tayînkirina qeyûmê hat rawestandin. Jinên li taxê dijîn pirsgirêkên wekî komnekirina çopan, gemariya avê û tunebûna rê anîn ziman û gotin: "Piştî tayînkirina qeyûmê ji bo taxê tiştek nehat kirin û em bi pirsgirêkan re rûbirû man." 
 
Şêniyên taxê Palûka Sûrê ya Amedê dijîn, bi taybetî bi sewaltiyê debara xwe dikin. Mêr li bazar sewalan dixebitin û jin hem sewalan xwedî dikin û hem jî tenûran çêdikin. Piranî şêniyên taxê xizan in. Bi taybetî niha li taxê pirsgirêkên komnekirina çopê, avê û rê heye. Piştî tayînkirina qeyûmê ya li şaredariya Sûra Amedê  xizmetên ku dihatin kirin hatin rawestandin. Ev pirsgirêkên heyî jî piranî bandorê li jinê dike. Jinan daxwaz dikin ku bila pirsgirêk bên çareserkirin. 
 
Melek Tatli di serî de behsa jiyana li taxê kir û got: "Em bi sewalkariyê debara xwe dikin û piranî şêniyên li taxê jî bi sewalkariyê re mijûl dibin. Ji ber ku li vir bazara sewalan heye û şênî hemû li vir dixebitin. Jin jî wekî her tim hem bi karê xwedîkirina sewalan û hem jî bi karê malê re mijûl dibin. Her wiha jinên li vî taxê dijîn bi çêkirina tenûran jî alîkariyê didin malbata xwe. Taxa me taxekî xizan e. Ji ber vê jî gelek malbat zarokên xwe naşînin dibistanê û zarok ji bo debara malê jî neçar dimînin ku bixebitin."
 
'Çop nayên komkirin...'
 
Melek, di axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêkên sereke yên taxê û wiha axivî: "Niha pirsgirêka me ya serekê komnekirina çopê ye û her wiha ava ku bi herî tê. Ev pirsgirêk divê ji hêla şaredariyê ve bê çareserkirin. Lê qeyûm pirsgirêkên me piştguh kiriye. Ava me her tim qut dibe û dema tê jî bi herî tê. Ev tişt ji bo me pirsgirêkekî mezin e. Her wiha komnekirina çopê jî ji bo me xetere ye. Tax nayê paqijkirin. Her wiha salên borî li vir ji bo jinan şaredarî kursên neqş û dirûtinê hatibûn vekirin lê piştî tayînkirina qeyûmê ev kurs hatin girtin." 
 
'Kes li taxê eleqedar nabe'
 
Şêniyê taxê Yildiz Demîr jî destnîşan kir ku pirsgirêka bingehîn a gund av e û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ava me bi xiz tê. Ji ber vê zarokên me nexweş dikevin. Ava me ji çem tê. Her wiha qanalekî avê li nêzî mala me ye, lê belê ji ber bêhna gemarî em nikarin li şaneşînê rûnên. Kes ji taxa me eleqedar nabe. Ava me bi xiz tê û ji ber vê jî me paçîkek bi musluxê ve girê didin û hewl didin ku avê paqij bikin. Her wiha tax bi rêk û pêk nayê dermankirin û ev tişt jî rê li ber nexweşiyan vedike."
 
'Tiştên bi hewce nayên kirin'
 
Jina bi navê Ayhan Yilmaz jî behsa pirsgirêkên taxê wiha kir: "Ji ber ku li taxê tiştên bi hewce nayên kirin rê li ber xetereyan vedike. Tişta herî balkêş jî pêşiya hilbijartinê postaxaneyek li vir hat vekirin, lê piştî hilbijartinê jî postaxaneya li vir hat girtin. Her wiha piştî ku qeyûm hat tayînkirin jî bêtir xizmet hat kêmkirin. Rêya taxê xirabeye û tiştek nayê kirin. Em ji ber van pirsgirêkan bêzar bûn.”