'Li dijî îşkence û girtinan dê têkoşîn bidome'

  • 10:52 8 Tîrmeh 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Jinan bertek nîşanî îşkence û girtina Sevîl Rojbîn Çetîn da. Parêzer Seda Zengîn diyar kir ku derbarê îşkenceya ku pêk hatî serlêdana sûc kirine û dê şopdarê vê pêvajoyê bibin. Siyasetmedarên jin jî da zanîn ku jin li dijî îşkence û girtinan dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA), endama Lijneya Rêvberiyên Demokratîk ên Xwecihî û Hevşaredara berê ya Artemeta Wanê Sevîl Rojbîn Çetîn ku bi kuçik û polîsan îşkence lê hat kirin 11 roj bû li Mêrdînê di bin çavan de dihat girtin, Rojbîn li emniyet û serdozgeriyê mafê xwe yê ne axaftinê bi kar anîbû. Rojbîn, bi biryara  Dadgeriya Sulh Cezayê ya Nobedar ve hat girtin. 
 
Bertek û nêrazîbûnên li hemberî îşkence û girtinê didomin. Rêvebera Komeleya Hiqûqnasên Azad a Şaxa Amedê (OHD) parêzer Seda Zengîn, hevşaredara Erxaniyê ya ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin Meryem Yildiz û endama Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Eylem Amak derbarê mijarê de nêrînê xwe ji ajansa me re anîn ziman. 
 
'Em ê şopdarê vê pêvajoyê bin'
 
Seda, di axaftina xwe de bal kişand ser bêhiqûqiya ku pêk hatî û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Roja ku hat binçavkirin bi tesadûfî rast hatim û me gotinên wê, îşkenceya ku pêk hatî û wêneyên wê kir rapor û me serlêdana sûc kir. Di rojek şûn de bang li me kirin û gotin 'Dosya li Mêrdîneyê'. Li Mêrdînê jî dema binçavkirinê 2 caran hat dirêjkirin. Bê hiqûqiya li hemberî Rojbînê carek din hat duberekirin. Delîl jî îfadeya çend şahîdêkî/ê nepen bûn. Îdîayên pêkenok li holê bûn. Dema dadgera jin îfadeya şahîdê nepen xwend heman bertekê nîşan da. Rojbîn hemû xebatên xwe bi fermî pêk aniye û gotinên şahîdê/î nepen jî heman tişt bû. Pêvajoya ku ji bo Rojbînê hat meşandin ji serî heta binî bê hiqûqî bû. Me derbarê îşkenceyê de serlêdana sûc kir û em ê şopdarê pêvajoyê bin. Em ê serî li AYM û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin."
 
'Îqtîdar vîna jinê qebûl nake' 
 
Meryem, destnîşan kir ku di şexsê Rojbîn de îşkence û operasyonên siyasî derket asta herî jor û wiha got: "Hevala me Rojbîn li malê bi îşkenceyê re rûbirû ma û piştre jî hat girtin. Ev tişt tirsa îqtîdarê nîşan dide û her wiha îqtîdar vîna jinê tu carî qebûl nekir. Her wiha Rojbîn 11 rojan di bin çavan de ma. Ji bo şûna îşkenceyê veşerin dema binçavkirinê dirêj kirin. Parêzên Rojbînê wêne keşandin û îşkenceyê derxistin holê. Bi îfadeyên şahîdê nepen Rojbîn hat girtin. Êdî derûniya hikûmetê têk çûye. Dixwazin bi êrîşan berxwedan civakê ji holê rakin. Em bawer nakin ku şahidekî/ê nepen hebe. Biryara girtinê biryareke siyasî û biryara daraza mêr e."
 
'Nikarin têkoşîna jinê rawestînin'
 
Eylem Amak, da zanîn ku Rojbîn dema tê binçavkirin tê derpkirin û ev tişt di raporên tendurîstiyê de jî heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hevala me piştî ku şandin Mêrdînê dema binçavkirinê dirêj kirin. Ev tişt jî rêbazeke îşkenceyê ye. 11 rojan hevala me bi şopên derbê di binçavan de ma. Lê divê bê zanîn ku tu carî kiryarên bi vî li hemberî têkoşîna jinê nabin asteng. Em ê her tim li cem jinan bin û em ê li dijî îşkenceyê bin."