Duyemîn lingê bernameya HDP’ê dest pê dike

  • 09:07 8 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Safiye Alagaş
 
AMED - HDP ku wê di çarçoveya ‘Hevdîtinên Demokrasiyê’ de dakeve qadan, li Amedê jî di vê çarçoveyê de wê di bin sernavê ‘Hevdîtina mafê mirovan û hiqûqê’ û ‘li dijî şer bi rihê aştiyê’ çalakiyan pêk bîne.
 
Hevserokên HDP’ê di 1’ê Hezîranê de belgeya helwestê ya ‘têkoşîna demokratîk’ aşkera kir. Lingê yekemîn ‘Meşa Demokrasiyê ya li dijî darbeyê’ bû. Meşê 15 rojan berdewam kir û li Enqereyê bi dawî bû. Lingê duyemîn yê bernameyê ‘hevdîtinên demokrasiyê’ jî di 7’ê Tîrmehê de li meclîsê bi daxuyaniyekê hat dayîn.
 
‘Hevdîtina hiqûq û mafê mirovan’
 
Di çarçoveya vê de wê li Amedê gelek hevdîtin û daxuyanî bên dayîn. Di 14’ê Tîrmehê de li ber girtîgeha Tîpa E ya Amedê wê daxuyaniya bi ser navê ‘hevdîtina hiqûq û mafê mirovan’ bê dayîn. Pêkhateyên HDP, dayikên aştiyê û xizmên girtiyan wê tevlî bibin. Di daxuyaniyê de wê balê bikşînin ser rewşa girtiyan.
 
‘Li dijî şer rihê aştiyê’
 
Di 17’ê Tîrmehê de jî bi armanca balê bikşînin ser êrîşên TESK’ê yên li hember Şengal, Mexmûr, Qendîl û Rojava wê di bin sernavê ‘li dijî şer aştî’ daxuyanî bê dayîn. Her wiha wê qetilkirina sê jinên Kurd ên li Rojava bên şermezakirin û polîtîkayên aştiyê yên HDP’ê bên ziman. Tê payîn ku wê tevlîbûn gelek berfireh be.
 
‘Nêzîkatiyeke tolgirtinê tê nîşandan’
 
Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen der barê bernameya 14-17’ê Tîrmehê de axivî û got wê bi gelên tune hatine hesibandin re hevdîtinan bikin û got: “Binpêkirinên li girtîgehan zêde bûne. Bi taybet di pandemiyê de gihişt asta herî jor. Bi qanûna hat derxistin re nêzîkatiya tolgirtinê hat nîşandan. Lê divê bi hezaran girtiyên siyasî jî bihata tahliyekirin. Girtiyên nexweş nayên tahliyekirin. 14’ê Tîrmehê di alî berxwedanên li girtîgehê de dîrokek girîng e. Ji ber vê me 14’ê Tîrmehê tercîh kir. Em ê der barê girtîgehan de daxuyaniyekê bidin.”
 
‘Em ê têkoşîna rêxistinkirî mezin bikin’
 
Hulyayê balkişand ser êrîşên li hember Rojava û Herêma Federal a Kurdistanê û got ew van êrîşan qebûl nakin û wê di 17’ê Tîrmehê de jî der barê mijarê de daxuyaniyekê bidin. Hulyayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di du mehên dawî de binçavkirin û girtin li hember jinan hatin jiyîn. Li dijî vê wê jin têkoşîna rêxistinkirî mezin bikin. Di 10’ê Tîrmehê de wê gora Vedat Aydin û welatiyên din yên wê rojê hatine qetilkirin wê bên ziyaretkirin. Di 20’ê Tîrmehê de jî wê gorên kesên di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dane bên ziyaretkirin. Her wiha di çarçoveya plansaziyê de wê hevdîtinên bi gel re pêk bên.”