Hevşaredar Adalet Fîdan: Projeyên me yên nû ji bo jinan hene

  • 09:06 8 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Hevşaredara Silopiyê Adalet Fîdan, derbarê kar û xebatên jinê yên ku di nava salek û 3 mehan de kirine û projeyên xwe  de axivî. Adalet, anî ziman ku li dijî hemû zehmetiyan kar û xebatên wan berdewam dikin û niha dest bi projeyên nû kirine.   
 
Di ser hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adar a 2019’an re salek û 3 meh derbas bûn. Di vê pêvajoya derbas bûyî de li dijî şaredariyên ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dest xistin êrîş û tûndî her roj zêdetir bûn û hatin berdewamkirin. Ji 31’ê Adarê vir de qeyûm tayînê 43 şaredariyên HDP’ê hat kirin û mazbataya 6 hilbijêrên HDP’yî nedan. Li dijî hemû zext, êrîş û deynên ku qeyûman hîştin jî hevşaredarên HDP’yî kar û xebatên xwe didomînin. Yek ji van şaredariyan jî Şaredariya navçeya Silopiyê ya Şirnexê ye. HDP’ê li Silopiyê ji sedî 73.16 deng bi dest xistibûn û di hilbijartinê de bi ser ketibû.
 
Hevşaredara Silopiyê Adalet Fîdan, li ser pêvajoya salek û 3 mehe xebatên ji bo jininan û projeyên ku pêş xistine nirxandin kir.  
 
Adalet, bibîrxist ku şaredarî beriya 3 salan ketibû destê qeyûm û piştî hilbijartinên 31’ê Adarê wan şaredarî paşve girtine. Adalet, got ku wan bi 134 mîlyon TL deyn şaredarî dewr girtine û wiha berdewam kir: “Di qaseya şaredariyê de pere nemabû. Beriya 3 salan dema qeyûmê ku tayînê şaredariyê hat kirin 13 Mîlyon TL di qaseya şaredariyê de hebûn. Lê dema me şaredarî bi dest xist me dît ku hem 13 Mîlyonên di qaseyê de hatine xerckirin û hem jî şaredarî bi 134 Mîlyon TL kirine bin deynan. Her wiha qeyûmê li navçeyê tu xebat nekiriye û gelek sazî û dezgehên girêdayî şaredariyê jî girtibûn. Qeyûm şewirmendiya jinê jî bi amûrên tê de hîbe kiribû. Herwiha Muduriyeta Jinan ku di bin bangê şaredariyê de dihat xebitinan din jî xebatên wê hatibûn beltalkirin. Her wiha hemû xebatkarên jin ên di bin banê Midûriyeta Jinê de bûn ji kar hatibûn avêtin. Bi sedan kedkar jî ji kar avêtin. Li aliyekî din saziya ku kar û xebatên çandî kirin jî ji aliyê qeyûm ve hat girtin. Şaredariya ku valahiyeke mezin tê de çêkirin di heman demê de deyndar jî kirin.”
 
‘Fikrên jinan û gel ji bo me girîng in’
 
Adaletê diyar kir ku ew li gorî fikrên gel û jinan tevgeriyane û ev tişt got: “Me destpêka xebatên xwe yên jinê xwest em nêrînên û fikrên jinan jî bigirin. Ji ber wê me li 11 taxên Silopiyê bi jinan re civîn li dar xistin. Ji ber ku dema em hatin ser kar me got em ê şaredariyê bi gel re rêve bibin û me got ku fikrên gel û jinan ji bo me girîgin. Di civînên ku me pêk anî de jinan daxwaz û fikrên xwe bi me r parve kirin. Piştî van civînên hatin kirin me bernameya stratejiya şaredariyê ava kir. Jinan dixwastin ku pirojeyên aboriya wan pêşve bixin bên amadekirin. Her wiha ji bo avakirina şewirmendiya jinê jî pêşniyar hatin kirin. Me jî ev hemû daxwaz û pêşniyar kirin proje. Di çarçoveya van pirojeyan de me ji bo jinên Silopiyê rojekê bernameya eşûreyê pêk anî. Ji bo ku em  şerwimendiya jinê ava bikin me bi derûnînas re li hev kir. Her wiha me sosyologek jin jî anî li şaredariyê peywirdar kir. Wekî din me şewirmendiya jinê jî ava kir. Me sê qad ava kirin û hevalên jin kirin berpirsyar.”
 
'Me di pêvajoya pandemiyê de alîkarî da gel'
 
Adalet, bal kişand ser şewba vîrûsa koronayê(Kovîd-19) û da zanîn ku ji ber vê şewbê bandor li ger gel kir Muduriyeta Jinê ya Şaredariyê dest bi xebatê kiriye. Adalet, got ku di çarçoveya vê xebatê de li 29 donim erdê şaredariyê Midûriyeta Jinê çandinî kiriye bi armanca piştevaniya  gel û wiha berdewam kir: “Jinên ku çandinî kirin berhemên çandiniya kirine kom dikin û li malbatên xizan belav dikin.  Heta niha li 8 taxan 2 hezar û 500 dar hatine çandin û dê ev xebata me berdewam bike.”
 
 'Li dijî tundiyê me xeta telefonê kêşand'
 
Adalet, bi bîr xist ku di vê pêvajoya nexweşiyê de tuntiya li dijî jinê gelek zêde bûye û di bin banê Midûriyeta Jinê de xeta ALO tundiyê ji bo ku tundiya tê kirin asteng bikin ava kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi tundiyê re rûbirû dimînin. Ji ber wê jî me vev xebat daye destpêkirin. Em dixwazin bibin dengê jinan û alîkariya wan bikin. Em dixwazin pirsgirêka jinan çareser bikin. Bila hemû jin xwe bigihînin me.”
 
'Gelek projeyên me ji bo jinan hene'
 
 Adaletê, di dirêjiya axaftina xwe de got projeyên wan ên nû ji bo jinan hene û wiha behsa projeyên xwe yên nû kir: “Ji ber vê şewbê  ev 3 mehin di xebatên me de hin astengî çêbûn. Me niha carekedin dest bi xebatên jinê kir. Em niha ji bo şewirmendiya jinê dest bi amadekariyê dikin. Me cihek diyar kiriye û em ê di nav çend rojan de vebikin. Projeya me ya dinê jî Bazara Jinê ye. Bi vê projeyê em dixwazin daxwaza ku jinan ji me kiriye pêk bînin. Qadeke şaredariyê heye me li wê ew pirojeya xwe pêk anî. Projeya me niha qediya ye em ê dest bi xebatên xwe bikin. Projeyeke din jî Kompleksa Werzîşê ya Jinê ye. Me proje çêkir lê me hîn cih diyar nekiriye. Dema me cih diyar kir em ê vê projeya xwe jî pêk bînin. 29 donim erdê ku me niha fêkî û zebze lê çandiye em ê di demên pêş de bikin cihê serayê. Niha em li ser vê projeyê dixebitin.”
 
‘Jin jiyanê digûherîne’
 
Adaletê, di dawiya axaftina xwe de got ku ew ê ji bo pêşerojê jî projeyên nû çêbikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Xebatên me yên ji bo jinan û gelan dê berdewam bikin. Jin destên xwe bavêje kîjan karî bi ser dikeve. Jin jiyanê digûherîne. Em dixwazin ku jin di her qada jiyanê de zêdetir cih bigire.”