'Em ne edaleta mêr ya rastyeqîn dixwazin'

  • 12:18 7 Tîrmeh 2020
  • Rojane
AMED - Komeleya Jinan a Rosayê, derbarê daneşîna Adalet Kaya û Remziye Sizici ku nehat dîtin de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Daraza mêr dibêje 'qanûn ez im, tişta dixwazim ez ê bikim'. Em jî dibêjin em dest jê bernadin. Li hemberî we piştevaniyeke bi hêz ya jinan heye. Em ne edaleta mêr ya rastyeqîn dixwazin."
 
Di 22'yê Gulanê de li hemberî Komeleya Jinan a Rosayê operasyon hatibû kirin û di encamê de yek jê bi cezayê hepsa malê 13 jin hatibûn girtin.Gunul Aslan û Ozlem Gundiz pişre bi rêya dadgeha navberê hatin tahliyekirin. Daneşîna Dosyaya ku seroka Komeleyê Adalet Kaya û Remziye Sizici jê dihatin darizandin jî wê  di 9'ê Tîrmehê de bihata dîtin. Lê berî daneşînê bi du rojan hatibû xestin ku dosyayek berê Edalet û Remziye jê dihatin darizandin bi vê dosyayê re bibe yek. Dadgeha ku berê ev daxwaz red kiribû, duh biryar da ku ev dosya bibin yek û daneşîn taloqî Îlonê kir. 
 
Li bendê ye ku ji bo daneşînê dîrok bê diyarkirin
 
Komeleya Rosayê ku bertek nîşanî daneşînê da, derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Seroka komeleya me Adalet Kaya û endama komeleya me Remziye Sizici xwestibûn ku dosyaya wan a li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê û ya li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ku berê jê dihatin darizandin bikin yek. Lê ev daxwaza hevalên me  hatibû redkirin. Lê 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê beriya daneşînê bi 3 rojan biryar da ku dosyayan bikin ye û dosya şandin 5'emîn Daîreya Cezayê Giran. Equbeta dosyayên hevalên me wê piştî kontrola îstînafê aşkera bibe. Ger ku Dadgeha Edlî ya Herêma Amedê biryara yekbûna dosyayan di cih de bibîne wê daneşîna Adaleta Kaya di 28'ê  Îlona 2020'î de li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. Ger ku dijberî wê bê kirin em ê li benda dîrokeke din bimînin ku ji bo dosyayê bê dayîn."
 
Em ne edaleta Mêr em ya rastyeqîn dixwazin'
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de, hat diyarkirin ku tê xwestin dema girtina hevalên wan bê dirêjkirin û ev tişt hat gotin,"Daraza mêr dibêje 'qanûn ez im tişta dixwazim ez ê bikim'. Em jî dibêjin em dest ji têkoşînê bernadin û piştevaniyeke bi hêz ya jinan li hemeber we heye. Em ne edaleta mêr ya rastyeqîn dixwazin."