'Li dijî tecrîdê em ê li ser piyan bin'

  • 09:05 7 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Sara Şêx Hesen
 
HELEB - Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Helebê Hêvîn Silêman tecrîda ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin şermezar kir û wiha got: "Em ê ji bo Rêber Apo herdem di nava çalakiyan de bin heta ku tecrîda girankirî bişkînin."
 
Di 27'ê nîsana 2020'an de cara yekemîn malbatê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi rêya telefonê  hevdîtin pêk anîn. Tecrîdeke giran li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin. Di têkîldarî tecrîdê Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Helebê Hêvîn Silêman ji ajansa me re axvî. 
 
Hêvîn di destpêka axaftina xwe de tecrîd şermezar kir û wiha got: "Beriya 21 salan bi komployekê navneteweyî Rêber Apo hat dîl girtin. Niha jî tecrîdek girankirî li ser Rêber Apo tê meşandin, em vê tecrîdê bi tundî şermezar dikin. Rêber Apo dixwast aştiyê avabike û xeta azadiyê nîşanî jinê bike. Dewletên desthilatdar jî herdem dixwazin jin bibin kole. Ger jin azad bibe wê projeya Rêber Apo jî bi ser keve. Projeya Rêber Apo yê netewa demokratîk rê li pêşiya kapîtalîzmê digire, ji bo vê jî li hemberî Rêber Apo tecrîdek girankirî tê meşandin. Derfetên ku Rêber Apo ji bo me avakiriye divê em xwedî derkevin."
 
'Em ê xwedî li kedê derkevin' 
 
Hêvîn di dewama axaftina xwe de diyar kir ku divê ew fikrê netewa demokratîk yê ku wekheviya gelan bingeh digire belavî cîhanê bikin û wiha domand: "Rêber Apo ji bo hemû netewan têdikoşe. Dibe Rêber Apo ev 21 sal in li girtîgehê de be, lê fikir û felsefeya Rêber Apo di jiyanê me de her zindî ye. Her wiha dema hevdîtinek çêdibe Rêber Apo her ji bo demokrasiyê bang li gel dike, ji bo wê divê em ji bo wekheviyê têbikoşin û azadiya civakê bi dest bixin. Her wiha divê em fikrê netewa demokratîk yê ku wekheviya gelan bingeh digire belavî tevahî cîhanê bikin. Projeyê ku Rêber Apo nîşan daye wê me bibe serkeftinê. Rêber Apo hêviya xilaskirina gelê bindeste û azadiya Rêber Apo azadiya jinê ye, em ê jî wek jin xwedî li keda Rêberê xwe derkevin."
 
'Em ê li dijî tecrîdê di nava çalakiyan de bin'
 
Hêvîn herî dawî jî balkişand ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo yekitiya kurdî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pêvajoya ku em niha dijîn gelek hesase. Hemû siyasetên cîhanê li ser Gelê Kurd tê meşandin û ev siyaset jî vîn û hebûna kurdan armanc digire. Em wek kurd divê pêvajoyê de yekbûna xwe ava nekin em sernakevin, ji bo wê divê em bibin yek û êrîşên ku li ser me tê meşandin bi yekîtiya xwe vala derbixînin. Heta roja îro jî dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê kurdan ji qirkirinê re derbas dike. Ev dem ew e ku em berjewendiyên xwe hemû deynîn aliyekî û ji bo yekîtiya kurdî têbikoşin. Rêber Apo jî di hevdîtina xwe yê herî dawî de balkişand ser yekîtiya Kurdî, em amadene perspektifên Rêber Apo pêk bînin, ji ber nameya ku Rêber Apo ji bo me dişîne gelek bi qiymete. Em ê ji bo Rêberê xwe herdem di nava çalakiyan de bin heta ku tecrîda girankirî bişkînin."