'Dema axê hembêz dikim xwe aram hîs dikim'

  • 09:04 7 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Medya Uren
 
AMED - Safiye Guneş 75 salî ye û hêj 12 salî bû hatiye zewicandin. Ji zarokatiyê bigire heta îro bê navber xebitiye. 9 zarokên xwe bi karê çandiyê mezin kiriye û ji bo Safiyeyê ax tê wateyeke cuda û got: "Ez tenê axê nasdikim û hemû jiyana min axe, dema ez tengav dibim ez axê hembêz dikim û dikolim û paqij dikim. Ez xwe aram hîsdikim."
 
Di vê demsalî de malbat bi hev re çandiniyê dikin û debara xwe pê dikin. Yek jî wan malbatan, malbata Safiye Guneş e. Safiye hêj 12 salîbû hatiye zewicandin û ji zarokatiyê heta îro her tim bi axê re mijûl bûye û di nava zor û zehmetiyan de 9 zarokên xwe mezin kiriye.  
 
Safiye Guneş 75 salî ye û 2 zarokên wê girtî ne. Safiye bi çandiniyê debara xwe dike. Bostanê Safiyeyê li taxa Tekelê ya Farqîna Amedê ye. Safiye hem genim diçîne û hem jî îsot, firîngî, bacana reş û xiyaran diçîne. Safiye berhemên xwe dibe bazarê û cihê firotinê. Safiye hem karê xwe dike û hem jî behsa çîroka xwe ya jiyanê dike. 
 
‘Ez her tim xebitim...'
 
Safiye hêj 12 salî bû bi zorê tê zewicandin û berpirsyariyên weke mal, zarok û karê derve dixin li ser milê wê. Safiye dayika 9 zarokan e û heta îro jî di bin vî barê giran de têkoşîna jiyanê dide. Safiye wiha qala jiyana xwe dike: "Me jiyaneke wisa baş nedît. Me çavê xwe vekir em dixebitîn û vaye ez ê çavê xwe bigim hîna jî ez  dixebitim.”
 
Safiye berbangê radibe heta roj diçe ava dixebite. 2 kurên Safiyeyê niha girtîne û Safiye wiha dirêjî da axaftina xwe: "Du kurê min di dema şerê berxwedana xweseriyê de hatin girtin. Her du kurê min xwedî zarok bûn. Min zarokên xwe di nava zor û zehmetayan de mezin kir. Niha jî ez ji bo mezinkirina neviyên xwe di nava hewldanan de me."
 
'Hemû jiyana min ax e' 
 
Safiye dibêje çiqas karê ku ez dikim zehmet be jî ez karê xwe hez dikim û wiha got: "Ez tenê axê nas dikim, hemû jiyana min ax e. Ez di zarokatî û ciwantiyê de her tim bi axê re mijûl bûm. Dema ez nexweş dikevim ez axê hebêz dikim, axê dikolim û paqij dikim. Ez xwe gelek aram his dikim. Ax wekî dayika min e û ez gelek tişt jê hîn bûm."
 
Safiyeyê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser keda ku dide û got: "Ez awê paqij dikim, şînahiya diçînim, av didim û kom dikim. Dema dora firotinê tê lê belê em li gorî keda xwe heqdesteke baş nagirin. Em li vir bi milyonekî difiroşin lê li bazaran bi 4 milyonan tê firotin. Mêtîngeriyeke mezin li ser kedê pêk tê."