ROJEVA 7'Ê TÎRMEHA 2020'Î

  • 09:00 7 Tîrmeh 2020
  • Rojev
*Yek jî destkeftiyên jinan pergala hevserokatiyê ye. Pergala hevserokatiyê ya ku bi ked û bedelekî mezin ket meriyetê û ji hêla civakê ve hat pêjirandin bû hedef. Jinên li Amedê dijîn hedef girtina pergala hevserokatiyê şermezar kirin û gotin: "Divê rola jinan di her qadê jiyanê de hebe. Ji ber vê jî pêdiviya pergala hevseroktiyê heye." BI DÎMEN
 
*Hemşîre û jinên  ku tevlî perwerdeya tenduristiyê ya ku ji aliyê Weqfa Jina Azad ve hatiye orgenîzekirin bûne gotin: ”Em dixwazin xizmeta gelê xwe bikin û civakeke bi tendurist ava bikin.” BI DÎMEN 
 
*Safiye Guneş 75 salî ye û hêj 12 salî bû hatiye zewicandin. Ji zarokatiyê bigire heta îro bê navber xebitiye. 9 zarokên xwe bi karê çandiyê mezin kiriye û ji bo Safiyeyê ax tê wateyeke cuda û got: "Ez tenê axê nasdikim û hemû jiyana min axe, dema ez tengav dibim ez axê hembêz dikim û dikolim û paqij dikim. Ez xwe aram hîsdikim." BI DÎMEN 
 
*Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Helebê Hêvîn Silêman tecrîda ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin şermezar kir û wiha got: "Em ê ji bo Rêber Apo herdem di nava çalakiyan de bin heta ku tecrîda girankirî bişkînin." BI DÎMEN 
 
*Li Cizîr a Şirnexê kanên xîzê zêde dibin û ev tişt jî rê li ber mirinê vedike. Endama Meclîsa Giştî ya HDP’ê ya Şirnexê Şîrîn Kilinç diyar kir ku divê peywirdar li hember vî rewşê tedbîran bigirin an jî kanên xîzê bigirin. BI DÎMEN
 
*Endama Komîteya Şopandina Tundiya li ser Jinê di Rêxistna Sara de Mûna Ebd- El Selam, derbarê tundiya li ser jinan, pêkanînên ku jin pê re rûbirû dimînin de nirxandin kir  û wiha got: "Dewleta tirk bi rêbazên herî qirêj êrîşî vîna jinan dike û dixwaze destkeftiyên şoreşa jinan têk bibe. Ev  tişta tê kirin jî bi serê xwe tundî ye. Ji bo ku em bikaribin tundiya li jinan bi dawî bikin pêwiste helwesta me yek be û em ji bo mafê hemû jinan têbikoşin." DÎMEN HEYE
 
*Fatma Elarslan a 13 salî, di qedexeya derketina kolanan a navçeya Hezexê de hat qetilkirin. Serdozgerî bi îfadeya şahîdê nepen lêpirsîn da destpêkirin û piştre jî bi hinceta "hewcehî bi şopandina dosyayê tune" dosya girt. Dayika Fatmayê Gulistan Elarslan, bertek nîşanî helwesta serdozgeriyê da û diyar kir ku ew ê li pêy edaletê bin.  DÎMEN HEYE
 
*Aktîvîsta TJA’yê Sevîl Rojbîn Çetîn ya ku li Amedê hat binçavkirin û piştre bi îşkenceyê re rûbirû ma, birin Mêrdînê. Parêzer Gulîstan Ataş ya îşkenceya  li Rojbînê bi belgeyan nîşan da jî li şaxa TEM’ê bi sifata ‘gumanbar’ îfade lê hat ferzkirin.
 
*Meclîsa Jinan a HDP’ê di hefteya fînala kampanyaya ‘têkoşîna jinê li her derê ye’ li dijî mirina biguman ya jinan wê li Agiriyê meşekê pêk bîne. Endama Meclîsa Jinan a HAP’ê ya Wanê Leyla Atsak kampanyaya ku meheke didome nirxand û ji bo meşa fînalê ya di 11’ê Tîrmehê de pêk tê bang kir. DÎMEN HEYE
 
*Pero Kutluk ya ku 30 sale dirûnkariyê dike, piştî ku di pêvajoya vîrusê de zarokên wê betal man mala xwe veguhert atolyeyê. Pero diyar dike ku ji karê xwe zêde sûdê nagire lê dîsa jî betalî çêtir e. BI DÎMEN