Hevşaredar û endamên meclisê binçav kirin

  • 16:26 6 Tîrmeh 2020
  • Rojane
ÊLIH - Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz û endamên meclisa şaredariyê hatin binçavkirin.
 
 Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz ku qeyûm tayînî şûna wê kirin, endamên meclisa şaredariyê Şukran Çelebî, Gîzem Ogurlu, Îlkay Alagoz, Şehrîban Aydin, Ayşe Onal, Recep Yargi, Şîrîn Şeng û hevserokê HDP'ê yê bajêr Omer Kulpu ji bo ku tevli civîna meclisê ya heftane bibin çûn şaredariyê. Polîsên ku li ber şaredariyê rûniştibûn nehiştin ku Songul û endamên meclisê biçin hundirê şaredariyê. Lê ser israra Songul û endamên meclisê ji bo tevlibûna meclisê polîs her 9 kes jî binçav kirin. 
 
Hat diyarkirin ku 9 kesên hatin binaçavkirin birin muduriyeta emniyetê.