Ji jinên HDP'yî çalakiya pirtûkxwendinê

  • 14:56 6 Tîrmeh 2020
  • Rojane
WAN - Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan di çarçoveya kampanyaya "Têkoşîna jinan li her derê ye" de li taxê kampanyaya pirtûkxwendinê da destpêkirin.
 
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê di çarçoveya kampanyaya "Têkoşîna jinan li her derê ye" de li taxa Şehîd Firat ya li Artemêta Wanê çalakiya pirtûkxwendinê li dar xist. Di çalakiyê de aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevseroka Navçeya Artemêtê ya HDP'ê Şukran Şen, endamên meclisa HDP'ê  û gelek jinan cih girt.  
 
Bertek nîşanî îşkenceya li Rojbîn hat kirin dan
 
Jinên ku di serî de li taxê mal bi mal geriyan, bang li hemû jinan kirin ku di çalakiyê de cih bigirin. Jinên li baxçeyê malekê kom bûn li ser tundiya li jinan tê kirin sohbet kirin û bal kişandin ser rewşa binçavkirina Sevîl Rojbîn Çetîn ku li Amedê bi îşkenceyê hat binçavkirin. 
 
'Li dijî tundiyê em ê bi hev re têbikoşin'
 
Di sohbetê de hat diyarkirin ku îşkenceya li Rojbîn hatiye kirin di kesayeta wê de li hemû jinan hatiye kirin û hat gotin ku ew ê li dijî şîdetê bi hev re têbikoşin. Piştî sohbeta hat kirin jinan pirtûkên li gel xwe birin xwendin û çalakiya xwe bi dawî kirin.