Hulya Alokmen: Bila li benda serîtewandina jinên kurd nepên

  • 09:09 6 Tîrmeh 2020
  • Rojane
AMED - Hevseroka HDP’a Amedê Hulya Alokmen Uyanik da zanîn ku bi operasyonên li hember jinan dixwazin jinan bitirsînin, têkoşîna wan têk bibin û got: “Divê ev êrîş baş bên dîtin, baş bên tahlîlkirin. Bila kes li bendê serîtewandina jinên kurd nemîne.”
 
Di demên dawî de êrîşên li hember jinan zêde bûn û bi taybet jinên kurd hatin binçavkirin û di bin çavan de bi şîdestê re rûbirû man. Hevseroka HDP’a Amedê Hulya Alokmen Uyanik der barê mijarê de bertekên xwe anî ziman û da zanîn ku piştî hewldana darbeyê 15’ê Tîrmeha 2016’an şûnde bi îlankirina OHAL’ê re saziyên jinan hedef hatine girtin. Hulyayê da zanîn ku Komeleya Jinan a Rosa jî di 2018’an de li Amedê hatiye avakirin û jinan bi vê re xwe baştir îfade kirine û got: “Komele bû qada piştevaniya hiqûqî û şêwirmendiya psîkolojîk a jinan. Jinan Rosa wek cihekî ku dikarin serî lê bidin dîtin.”
 
‘Dema ku kesî tiştek nedikir jin li qadan bûn’
 
Hulyayê destnîşan kir ku tevî hemû astengiyan jinan di her pêvajoyê de bi rêxistinbûneke mezin li qadan cihê xwe girtine û bi çalakiyên wekê ‘konvoya mor’, ‘Meş’, ‘zincîra mor’ deng derxistine û got dema ku tu kesî deng nedikir, muxalefet bêdeng bû, ji her tim li kolan û qadan bûne.
 
Hulyayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jinên ku nêrîna wan ya îdelolojîk çi dibe bila bibe, li dijî şîdeta mêr ligel hev cih girtin. Vê jî bala pergalê kişand. Jin li dora dirûşmên ‘em natirsin, serî natewînin’ hatin cem hev û vê jî em kirin hedefa pergalê. Di pêvajoyên berê de jî bi operasyonan hevserok hatin girtin, bi cezayên giran hatin darizandin. Hîna jî piranî girtî ne.”
 
‘Bila li benda serîtewandê nemînin’
 
Hulyayê daxuyakirin ku jin ne tenê bi binçavkirin û girtinan, ji her alî de bi zextan re rûbirû tên û wiha pê de çû: “Girtina jinan, peyameke tirsandinê ye. Jin ne tenê ji bo xwe ji bo hemû jinên cîhanê têdikoşin.Li ku derê cîhanê dibe bila bibe, têkoşîna jinekê bandor li ser jinên din jî dike. Ji ber vê jî pergal dixwaze çavê jinên têdikoşin bitirsîne. Lê bila kes li benda serîtewandina jinan memîne.”
 
‘HDP partiyeke jinan e’
 
Hulyayê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser kampanyaya ‘Têkoşîna jinan li her derê ye’ û got ji ber pandemiyê neçar mane belavî demê bikin û wiha dawî lê anî: “Ji bo em pergala hevserokatiyê ji civakê re zêdetir vebêjin, em xebatan dimeşînin. Divê li dijî qanûna destdirêjiyê zêdetir deng bê bilindkirin. Li dijî vê wê xebatên me bidomin. HDP partiyeke jinan e. Ez bang li hemû jinan dikin ku li dora meclîsa jinan a HDP’ê bibin yek.”