Ji dayika zaroka ku destdirêjî lê hatiye kirin bang

  • 09:08 6 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Dîlan Babat - Hîkmet Tunç
 
WAN - Dayika zaroka penaber a ku bi destdirêjiyê re rûbirû ma, F.H wiha got: “Em li ser axa xwe bûna wê ev tişt nehatiba serê me.” F.H. ji bo gumanbar cezayê herî giran bigire banga piştevaniyê kir.
 
F.H. ya ku 8 sal berê ji ber êrîşên li hember Efrînê koç kir û hat Wanê, zaroka wê ku li kolanê destmal difrot bi destdirêjiyê re rûbirû ma. Di 12’ê Mijdara 2019’an de li nêzî Beşyolê mêrê bi navê Hasan B, êrîşî zarok kir û destdirêjî lê kir. Piştî ku kesên derdorê destdirêjî ferq kirin agahî dan polîsan.
 
Runiştian yekem di meha Hezîranê de hat dîtin
 
Ji aliyê Navenda Şopandina Zarokan (ÇÎM ) ve îfadeya zarokê hat girtin û derket holê ku zarok bi destdirêjiyê re rûbirû maye. Gumanbar ji sûcê ‘destdirêjiyê’ hat girtin. Der barê gumanbar de ji sûcên ‘destdirêjiyê’, ‘tehdîd’ û ‘kes ji azadiyê bêpar hiştin’ îdianame hat amadekirin û îdianame ji aliyê Yekemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ve hat qebûlkirin û yekemîn runiştina dozê di 11’ê hezîranê de hat dîtin. Gumanbar bi SEGBÎS’ê tevlî runiştinê bû û wî jî wek her gumanbarî îdia kir ku ‘ hişê wî ne di cih de ye’. Heyeta dadgehê biryara berdewamkirina girtina gumanbar da û runiştina din taloqî 3’ê îlonê kir.
 
F.H ya ku li zaroka wê destdirêjî hatiye kirin, tiştên jiya ji ajansa me re vegot.
 
Di bodruma xaniyekî de dijîn
 
F. ku bi 4 zarokên xwe re di bodruma xaniyekî de dijî wiha got: “Hevjînê min ji çopê xurde kom dike. Em bi vê hewl didin li zarokên xwe binêrin. Lê debara me bi vê nedibû û zarokên min dest bi firotina destmalan kirin. Me rojekê bîhna xwe negirt. Tiştên hatin serê me ji ber bê axbûn û bêkesbûnê bû.”
 
‘7 rojan li nexweşxanê li bendê mam ku bê ser hemdê xwe’
 
F. bi lêv kir ku tiştên ku zaroka wê jiyaye piştî çûye nexweşxanê fêm kiriye û wiha pê de çû: “Zaroka min jî ji bo alîkariya malbatê dixebitî. Piştî ku dereng ma hevjîn û kurê min çûn lê geriyan. Piştî demekê deriyê me lêket. Polîs hatibûn. Polîsan wêneyê keça min nîşanê me da. Li hevjînê min pirsîn. Min got çûye li keça min digere. Li hevjînê min geriyan. Hatin malê. Hevjîn û kurê min bi xwe re birin. Min got ez têm, gotin na. Min got çi bi keça min hatiye gotin wesayît lê ketiye. Piştî ew çûn cîranek min ez birim nexweşxanê. Li nexweşxanê, kesekî bi kurdî diaxivî got ‘ev keça te ye’. Doktor got ‘tu dizanî çi hatiye serê keça te’. Hemşîreya kurdî dizanibû got ‘keça te bi destdirêjiyê re rûbirû maye’. Ez 7 rojan li nexweşxanê li benda keça xwe mam ku bê ser hemdê xwe.”
 
‘Her tim bi tirs ji xewê radibe’
 
F. destnîşan kir ku keça wê piştî travmaya jiyaye ji xew bi tirs radibe û got: “Dermanan bi kar tîne. Naxwaze tenê bimîne, ditirse bi tena serê xwe biçe cihekî. Ez dixwazim gumanbar cezayê herî giran bigire. Ez ji kesî tiştekî naxwazim, xwarinê naxwazim. Bila ew kes cezayê xwe bikşîne. Ez 7 rojan tenê li nexweşxanê mam. Kesekî min tunebû. Kes li me negeriya, kesî li me nepirsî. Malbata gumanbar jî negot ku em poşmanin. Kesekî me tune ye. Em tenê li vir in. Ji ber vê ev tişt tên serê me. Welatê me bûya wê ev tişt nehatiba serê me.”