Xwendevanên dibistana seretayî karne wergirtin

  • 12:26 5 Tîrmeh 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Xwendevanên dibistana seretayî yên Kantona Kobanê îro bi çoş û kelecaneke mezin karneyên xwe wergirtin.
 
Desteya Perwerdeyê ya Kantona Kobanê îro karneyên dibistana seretayî li xwendekaran belav kirin. 42 hezar û 728 xwendevanên Kobanê îro di saetên serê sibehê de bi coş û kelecaneke mezin berê xwe dan dibistanên xwe û karneyên xwe bi awayekî serkeftî wergirtin.
 
Sala perwerdê ya  2019/2020'an a xwandinê li Kantona Kobanê di 15'ê Îlona 2019'an de bi awayekî fermî hatibû destpêkirin. Ji ber êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê di 9'ê Cotemaha 2019'an de 3 hefteyan dibistan hatin girtin. Her wiha di 14'ê Adarê de ji ber şewba Koronayê û ji bo parastina xwendevanan ji nexwaşiya Koronay di serdema duyem de dibistan hatin girtin, tenê xwandekaran serdemekê perwerde dî û li gorî asta wan a xwandinê ya serdema yekemîn serdema duyemîn jî hat nirxandin.
 
Her wiha wê siba ango roja duşemê karne li xwendevanên dibistana navîn û amadehî yên kantona Kobanê jî bên belavkirin.