ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2020'AN

  • 09:00 5 Tîrmeh 2020
  • Rojev
* Bi gavên lez rojev diguherin. Lê hîn mijar hene ku herçend rojev biguherîn jî zîndî dimînin. Wekê mijarên sereke şîdeta li hemberî jinê… Lê belê ne di medyaya alîgir de…  MEDYA KRÎTÎK
 
* Tedbîrên ku li dijî vîrûsa koronayê hatin girtin yek bi yek hatin rakirin. Ji destpêke heta îro hemû daxwazên girtiyên siyasî hatin piştguhkirin û Rêvebera TUAY-DER’ê Bahar Peker diyar kir ku niha jî pêdiviyên bingehîn ên girtiyan pêk nayên.  BI DÎMEN 
 
* Dayika 4 zarokan Husna Ataman hêj di 15 saliya xwe de bi zorê hatiye zewicandin û jiyana wê her tim di nava zor û zehmetiyan de derbas bûye. Husna, bang li malbatan kir û got: “Zarokên xwe di temenê biçûk de nezewicînin. Bihêlin bila zaroktiya xwe bijîn.”  BI DÎMEN 
 
*Rêhevala Zehra Berkel, Bêrîvan Hesen, behsa bîranîn, taybetmendiyên Zehra yên di nava civakê de, hevaltiya wê ya rast û azweriya wê ya jiyanê kir. Bêrîvanê bal kişand ser têkoşîna Zehra û wiha got: "Zehrayê di her kêliyê de têkoşîna jiyaneke azad ji bo tevahî civakê dida meşandin. Zehra  xwedî li destkeftiyên rêxistina jinê û nirxên wê derket. Ez bi têkoşîna rêhevala xwe Zehra serbilind im û ez ê domdarê xeta têkoşîna wê bim." BI DÎMEN 
 
*Siyasetmedarên kurd bal kişandin ser êrîş, binçavkirin û girtinên demên dawiyê û gotin êrîşeke topyekûn heye û gotin: “Di vê pêvajoyê de edalet û hiqûq nemaye û tenê ji holê rakirina vîna kurd heye. Divê kurd pêvajoya bêdengkirinê qebûl nekin.”  BI DÎMEN 
 
*Ji ber bikaranîna hişbirê zêde bûye, temenê bikaranînê ketiye, şêniyên taxê bi fikar in. Jinan diyar kirin ku ciwanên li dijî hişbirê têkoşîn dan bi sedemên polîtîk hatine girtin û piştî vê jî bazirganên hişbirê li ser her kolanê bicih bûne û gotin: “Polîsên dewletê jî vê dixwazin, ciwanên xwedî hişmend naxwazin.” BI DÎMEN
 
*Jinên esnaf diyar kirin ku ji ber pandemiyê di sektora turîzmê de yên herî zêde ji krîzê bi bandor dibin karkeriyên biçûk in û gotin: “Dewletê ne piştgirî deyn da. Ji bo karkeriyên mezin du mehan têr dike lê em heta meha mijdarê neçar in dukanan vebikin.”
BI DÎMEN
 
*Yildiz Ok Orak û Elîf Turan Vîrusa Koronayê ya li herêmê zêde bûye nirxandin û diyar kirin ku hejmara testên tên kirin kêm in û gotin pêvajoya normalbûnê jî şaş e. BI DÎMEN 
 
*Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, da zanîn ku ji bo pêşî li mirinên biguman yên jinan bê girtin divê dengê îtîrazê bê bilindkirin û got ger ku bêdengî bidome wê kuştinên jinan di bin navê întîxarê de bidomin. BI DÎMEN 
 
*Şêniyên li taxên Hezexê yên sê hefte ne şaredariyê ava wan biriye diyar kirin ku şaredarî pirsgirêka wan piştguh dike û gotin,"Şaredariyê bi hinceta ku me deynê xwe yê avê nedaye av ji ser me qut kir. Lê deynê ava ku me bi kar neaniyê ji me dixwazin. Em vê qebûl nakin."