'Em ê dest ji daxwaza edaletê bernedin'

  • 14:19 4 Tîrmeh 2020
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê, di çalakiya xwe ya heftiya 797’emîn de, pirsa faîlên siyasetmedarê kurd Vedat Aydin ê ji aliyê JÎTEM’ê ve hatibû revandin û kuştin kirin. 
 
Dayikên Şemiyê, bi armanca winda bên dîtin û kujer bên darizandin, di hefteya 797'emîn de çalakiya xwe dewam kirin. Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de, pirsa faîlên siyasetmedarê kurd Vedat Aydin ê ji aliyê JÎTEM’ê ve hatibû revandin û kuştin, kirin. Di çalakiya li ser medya civakî hat lidarxistin de, hat xwestin ku kujerên Vedat bên cezakirin.
 
'Ji bo ronîkirina bûyerê tu hewldanek tune ye'
 
Kurê Vedat Aydin, Felat Aydin, diyar kir ku kesên xwe weke polîsan dan nasandin, hatin bavê wî birin û wiha axivî: “Ev kes hatin mala me û gotin îfadeya bavê min heye. Bi vî awayî bavê min bi xwe re birin. Mixabin bavê min çû û carek din paşve venegeriya. Laşê bavê min ê hatibû îşkencekirin, piştî du rojan di 7’ê Tirmaha 1991’an de li kêleka rêyekê nêzî navçeya Maden a Erxeniyê hat dîtin. Bi sedan kes beşdarî merasîma cenazeyê wî bûn, lê polîan gule berdan mirovan û êrîşê gel kirin. Li ser vê bûyerê re 29 sal derbas bûn, lê heya niha ji bo ronîkirina bûyerê tu hewldanek tune ye. Ne kes hat girtin, ne kes hat darizandin û ne jî pergalê ev bûyer qebûl kir. Em jî dibêjin ku em şopdarê vê bûyerê ne. Ji bo ronîkirina vê bûyerê û bûyerên mîna wê, em ê têkoşîna xwe dewam bikim.” 
 
'Piştî vê têkoşîna wî qedexeya li ser kurdî rabû'
 
Piştre parêzerên Vedat Aydin,  Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn axivî û wiha got: “Kekê Vedat di kongreya ÎHD’ê ya sala 1990’an de, tiştên ku heya wê rojê kesekî cesaret nekiribû kir. Bi kurdî axivî û dûre tavilê hat girtin. Ji mehekê zêdetir di girtîgehê de ma. Piştre di doza lê hat vekirin de jî, bi kurdî axivî. Piştî vê têkoşîna wî qedexeya li ser kurdî rabû. Lê ew jî ji ber têkoşîna xwe, mîna hemû kesên din bû qûrbanê cînayetêk kontr gerilla û faîlên wî nehatin cezakirin. Em ê hewl bidin ku deynê xwe bidin.”
 
'Gule li girseya merasîmê jî reşandin'
 
Xwişka Rojnameger Metîn Goktepe yê di bin çavan de hat windakirin Meryem Goktepe jî, diyar kir ku hemû dosyeyên windayan bêceza tên hiştin.
 
Meryem, bal kişand ser qetilkirina Vedat Aydin û wiha got: “Bavê 3 zarokan ê 38 salî Vedat Aydin Serokê Kedê ya Gel (HEP) a Amedê bû. Di 5’ê Tîrmeha 1991’an de kesên xwe weke polîsan nîşan dan hatin mala wî û binçav kirin. Parêzerê Vedat çawa tê girtin li Miduriyeta Polîsan digere û pirsa wî dike. Lê ji wî re tê gotin ku Vedat Aydin ne li Midûriyetê ye. Piştî du rojan cenazeyê Vedat di 7’ê Tîrmehê de li ser rêya Maden a Erxeniyê hat dîtin. Cenazeyê Vedat di 10’ê Tîrmeha 1991'an teslîmê malbatê hat kirin. Bi deh hezaran kes beşdarî merasima cenazeyê wî bûn. Weke ku kuştina wî ne bes bû polîsan gule li girseya merasîmê jî reşandin, bi dehan mirov kuştin û bi sedan mirov jî birîndar kirin. ”
 
Endamên Jîtemê îtiraf kiribûn
 
Meryem, bal kişand ser îtîrafên endamên JÎTEM’ê û wiha got: “Endamê JÎTEM’ê Abdulkadîr Aygan û endamê JÎTEM’ê Mûrat Îpek, di daxuyanî û îfadeyên dan de, diyar kirin ku agahiya Fermandarê JÎTEM’ê Cem Ersever û Fermendarê Alaya Amedê Îsmet Yediyildiz ji kuştina Vedat Aydin hebû. Lê tevî vê yekê jî faîlên Vedat Aydin nehatin girtin û dariznadin. 29 sal bi ser bûyerê re derbas bûn lê hîna jî heqîqet nehatiye bicihanîn.” 
 
'Em ji bo Vedat Aydin û hemû windahiyên xwe daxwaza edaletê dikin'
 
Meryem bang li rayedarên siyasî-edlî kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Êdî dawî li înkar û bêcezahiştina dosyeya Vedat Aydin bînin. Demildest hiqûqê bi cih bînin. Faîl û berpirsiyaran ceza bikin. Em ji bo Vedat Aydin û hemû windahiyên xwe daxwaza edaletê dikin. Emê tu carî dest ji vê daxwaza xwe bernedin.”