‘Zext wê pêşî li têkoşîna me negirin’

  • 09:07 4 Tîrmeh 2020
  • Rojane
AMED - Jinan bertek nîşanê girtina endama Koordînasyona Jinan a Amedê, Arîn Zumrut dan û diyar kirin ku ev êrîş li dijî rêxistinbûna jinan e û gotin: “Lê ev êrîş wê pêşî li têkoşîna me negirin. Divê demildest Arîn bê berdan.
 
Endama Rêveberiya Yekitiya Odeya Mîmar û Endezaryan (TMMOB) Arîn Zumrut di çarçoveya operasyona li hember KCD’ê de hat binçavkirin û girtin. Hevalên wê bertek nîşanê rewşê dan. Delegeya Odeya Plansazkarên Bajar a TMMOB’ê Dîlan Kaya, Endama Odeya Endezyarên Makîneyê (MMO) Duygu Bayram û hevseroka Şada Odeya Endezyarên Madenê Esra Çîçek diyar kirin ku di serî de Arîn divê hemû jin bên berdan.
 
'Daxwaza me ev e ku Arîn û hevalên din bên berdan'
 
Dîlan Kaya operasyona li hember Komeleya Jinan a Rosa û endamên wê bi bîr xist û got berdewama wê gelek jinên ji TMMOB, DÎSK û KESK’ê hatin girtin. Dîlanê wiha got: “Arîn jî yek ji van e. Ev demek dirêj bû em bi Arînê re dixebitîn. Girtina wê nayê qebûlkirin. Piştî binçavkirina Arînê me rewş nirxand. Daxwaza me ev e ku Arîn û hevalên din bên berdan. Kampanyayên me jî wê di vê çarçoveyê de bin.”
 
'Dixwazin muxalîfan pasîfîze bikin'
 
Endama MMO Duygu Bayram jî destnîşan kir ku bêyî ku dosya Arînê bê kontrolkirin sewqî dadgehê hatiye kirin û wiha pê de çû: "Bi Arînê re jinên din jî bi awayekî dijhiqûqî hatin girtin. Demek dirêj e li hember saziyên jinan, li hember têkoşîna jinan êrîş pêk tên. Arîn jî hevalek me ya ji komîsyona odeya me bû. Hevalek me ya TMMOB temsîl dikir bû. Bi van hewldanan dixwazin hevalên me biçewisînin. Dixwazin muxalîfan pasîfîze bikin. Banga me ev e ku hevalên me demildest bên berdan. Em ê ji bo vê her tim di nava têkoşînê de bin."
 
'Tirkiye ber bi dîktatoriyê ve diçe'
 
Esra Çîçek Mercan jî bi lêv kir ku Tirkiye her diçe ber bi dîktatoriyê ve diçe û wiha pê de çû: “Li dijî muxalîfan êrîşek tund heye. Jin qadan terk nakin, dengê xwe bilind dikin û dibêjin êdî bes e. Ji ber vê jî operasyon li hember jinan pêk tê. Ji bo ev tiştên tên jiyîn carek din neyên jiyîn em têdikoşin. Îşkenceya li hember Rojbîn Çetîn jî bi tu awayî nayê qebûlkirin û em ê tu car destûr nedin faşîzmê.”