Tora Piştevaniya Kadikoyê mala Hatûnê çêdike

  • 09:06 4 Tîrmeh 2020
  • Rojane
STENBOL- Tora Piştevaniyê ya Kadikoyê, mala Hatûn Başaran ya ku tenê dijî ji nû ve çêdike. Ji Tora Piştevaniyê Tugçe Ozçelîk wiha got: “Em hêza xwe ji piştevaniyê digirin. Heta ev piştevanî neqede, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Tora Piştevaniya Kadikoyê piştî vîrusê dest pê kir jî bi armanca kesên xwedî hewcedar gelek xebat meşand. Torê ji bo welatiyan alavên paqijiyê belav kir û xwarina germ ji bo kesên li kolanê dijîn çêkir.
 
Hefteya borî Tora Piştevaniyê koliya xurekê bir mala Hatun Başaran a 54 salî ya li Fîkîrtepe tenê dijî. Torê ji bo xaniyê wê tamîr bike ket nava tevgerê. Çêkirina xanî didome. Ji Tora Piştevaniyê Tugçe Ozçelîk der barê xebata dimeşînin de axivî.
 
'Kêfxweşiyek mezin e'
 
Hatûn ji Dêrik a Mêrdînê koçî Stenbolê dike û niha tenê dijî. Hatûnê da zanîn ku hewl tê dayîn ku xaniyê wê bi sedema veguhertina bajarvanîiyê bê hilwşandin û got: “Tora Piştevaniya Kadikoyê hat serdana min. Ez gelek kêfxweş bûm. Bi min re eleqeder bûn. Ev şans e. Baş e ku hene. Bila her tim hebin.”
 
'Em hêza xwe ji piştevaniyê digirin'
 
Tugçe Ozçelîk jî diyar kir ku bi vîrusê gelek kes ketin zor û zehmetiyê û got ji bo ji pirsgirêkan re bibin bersiv dest bi xebatan kirin û got: “Em ji girîngiya îmece û piştevaniyê derketin rê. Me ji bo kesên li kolanê xwarina germ çêkir. Me ji bo xebatkarên tenduristiyê sîper çêkirin. Me rûpoş çêkirin. Me li taxê xizan alîkariya xurekê kir. Em hêza xwe ji piştevaniyê digirin. Me bi saya dildaran Hatun nas kir.Me xaniyê wê dît û me got di şertên wisa de kes jiyanê heq nake.”