Gultan Kişanak û Sebahat Tuncel dîsa nehatin tehliyekirin

  • 17:13 3 Tîrmeh 2020
  • Rojane
MELETÎ - Danişîna 6’emîn a doza darizandina siyasetmedarên jinên kurd Sabahat Tuncel û Gultan Kişanak hat dîtin. Her du siyasetmedar nehatin berdan. 
 
Danişîna 6’emîn a doza Hevşaredara berê ya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya berê Sebahat Tuncel li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê hat dîtin. Piştî darizandina Gultan û Sebahat li 18'emîn Daîreya Edliyeya Herêma Dîlokê hat xerakirin danişîna wan ji nûve dest pê kir. Gultan û Sebahat, ji Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kandirayê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn. Ji ber şewba vîrûsa koronayê, tevlîbûna sînora danişînê bi sînor hat girtin. 
 
Gultan û Sebahat, têkildarî girtina xwe parastin kirin û operasyona li dijî siyasetmedarên jin şermezar kirin. Gultan û Sebahat, xwestin parastina xwe ya resen di danişîna bê de, li bêşberî dadgehê bikin. Parêzeran xwestin ku rewşa girtina muwekîlên wan li ber çavan bên girtin û bên berdan.
 
Şandeya dadgehê piştî navberek kurt, daxwaza berdana siyasetmedarên jin red kir û danişîn taloqî 4’ê îlonê kir.