Jin ji bo kampanyayê wê li kolanan bin

  • 09:07 3 Tîrmeh 2020
  • Rojane
AMED - Çaremîn lingê kampanyaya ‘têkoşîna jinê li her derê ye’ ya Meclîsa Jinan a HDP’ê dabû destpêkirin didome û di çarçoveya vê de wê gelek çalakî û bername bên lidarxistin.
 
Meclîsa Jinan a HDP’ê di 10’ê Hezîranê de bi şîara ‘têkoşîna jinê li her derê ye’ li dijî şîdeta li ser jin û zarokan, li dijî xespkirina îradeyê û tayînkirina qeyûman kampanya da destpêkirin. Çaremîn lingê kampanyayê jî wê bi bername û çalakiyan bidome.
 
Di çarçoveya kampanyayê de li Êlih, Mêrdîn, Agirî, Dêrsîm û Stenbolê wê meş pêk bên.
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Berîtan Onen got 4 rojevên kampanyayê hene û got ev xal girêdayê hev in û got: “Hefteya çaremîn ya kampanyayê encama her sê lingên ewil in. Hedefa me ev e ku em li dijî polîtîkayên bêcezabûnê bertekê ava bikin.”
 
‘Hewl didin navê jinê tune bikin’
 
Berîtanê gotinên serokwekîla koma AKP’ê Ozlem Zengîn yên weke ‘beriya AKP’ê navê jinê tune bû’ bi bîr xist û got: “Di esasê de em niha dibînin ku navê jinê tê paqijkirin. AKP hewl dide jinan bide paş. Ger navê jinê hebûna Ayşe Tuba Aslan ya ku 23 salan serlêdan kiriye wê nehatiba qetilkirin. Wê Emîne Bulut neqêriyana. Wê Rojbîn Çetîn rastî îşkenceyê nehatiba. Wê Gulîstan Doku heta bihata dîtin.”
 
‘Hedefa me ev e ku dengê jinan bê bihîstin’
 
Berîtanê destnîşan kir ku jin bi hemû destkeftiyên xwe di hedefa zîhniyeta serdest a mêr de ne û got armanca vê kampanyayê ev e ku xwedî li destkeftiyan bê derketinê ye û got: “Em ê mafê jinan yên hatine tunekirin yek bi yek bidin bibîrxistin. Em ê li her derê têkoşîna jinê bidin. Hedefa me ev e ku em dengê jinan bidin bihîstin.”
 
Berîtanê bal kişand ser îşkenceya polîsan a li hember aktîvîsta TJA’yê Sevîl Rojbîn Çetîn û got îro şopdarên Esat Oktay li Midûriyeta Amedê hewl didin xwe bidin jiyîn û got wê jin li dijî tu êrîşî bêdeng nemînin.”
 
Berîtanê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser şîdeta li ser jinê ya li Tirkiyeyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê wek jinên berxwedêr,  li her qada jiyanê li dijî van êrîşan têbikoşin. Kampanyaya me jî ji ber vê girîng e û li cihekî girîng cih digire. Em ê li dijî her cureyê xespkirina maf li kolanan bin.”