Dê Meclîsa Jinan a HDP'ê li 5 bajaran meşê li dar bixe

  • 13:41 2 Tîrmeh 2020
  • Rojane
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran anî ziman ku di çarçoveya kampanyaya “Jin li her derê ne” li dijî komkujiyên jinan ên weke întîharê tên nîşandan li 5 bajaran ew ê meş bê lidarxistin. 
 
Berdeveka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, li Navenda Giştî ya Partiya xwe, derbarê pêşketinên rojevî de civîna çapemeniyê li dar xist. Ayşe, kesên di komkujiyên Sêwaz û Çorûmê de jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr anîn û wiha axivî: “Em komkujiya hovane ya li Madîmakê pêk hat lanet dikin û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr tînin. Ligel ku bi ser komkujiyê de bi dehan sal derbas bûn jî, hîna li dijî canên me yên Elewiyî cudakariya heyî dewam dike.”
 
'Di bin navê întîharê de mirinên jinan pir zêde bûye'
 
Ayşe, bal kişand ser mirinên jinan ên bi guman û wiha got: “Ji ber kiryarên desthilatdariyê her roj jin tên kuştin. Li gorî danayên fermî di dema AKP’ê de 7 hezar û 500 jin hatin qetilkirin. Di nava van dane û hejmarên fermî de, hejmara mirinên jinan ên bi guman cih nagirin. Di rastiyê de rewşa heyî hin giran û xeternaktir e. Dîsa di rojên dawî de, di bin navê întîharê de mirinên jinan pir zêde bûye. Li Agiriyê tenê di nava 35 rojan de 5 mirinên jinan ên bi guman rû dan. Lê ev bûyer weke întîharê derbasî qeydên fermî bûn.”
 
'Siyaseta desthilatdariya AKP’ê dijmînê kurdan û jinan e'
 
Ayşe, behsa sedemên mirinên jinan ên bi guman kirin û wiha bi lêv kir: “Ger Meclîs vê rewşê lêkolîn neke, gelo wê kî lêkolîn bike? Divê Meclîs vê berpirsiyartiya xwe bi cih bîne. Em baş dizanin ku siyaseta desthilatdariya AKP’ê dijmînê kurdan û jinan e. Îro Serokwekîla Koma AKP’ê radibe û dibêje, ‘berî AKP’ê navê jinan tune bû.’ Weke ku yên lêkolînkirina mirinên jinan asteng dike, li her qadê êrîşî jinan dike, bi destê polîs û leşkeran îşkence li jinan dike, Hevpeymana Stenbolê dixe nîqaşê, qanûna 6284 bi cih nayîne, serlêdanên jinan ên ji bo malê stargehan radiwestîne û tundiya li dijî jinê zêdekiriye ne desthilatdariya AKP’ê, hinek dinin. Berî her tîştî divê ev rastî bê dîtin.”
 
Nûnertiya jinê ya di meclîsê de 
 
Ayşe, têkildarî nûnertiya jinan a di Meclîsê de jî danayên heyîn parve kirin û wiha pê de çû: “Di sala 2015’an de nûnertiya jinê ya di HDP’ê de  ji sedî 40 bû, lê ya di AKP’ê ji sedî 15 bû. Di hilbijartina giştî ya sala 2015’an de nûnertiya jinê ya di nava koma HDP’ê de ji sedî 39 bû, lê ya AKP’ê ji sedî 11.45 bû. Di hilbijartina giştî ya Hezîrana 2018’an de nûnertiya jinê ya di nava koma giştî ya HDP’ê de ji sedî 38 bû, lê ya AKP’ê ji sedî 17 bû. Ev rewşa di sala 2020’an de dewam dike. Dema ku em vê tabloyê tînin beramberî hev, rastî derdikeve holê. Bi vê diyar dibe ku kî têkoşîna jinan bi rê ve dibe û kî têkoşîna jinan asteng dike. Ev tablo di rêveberiya herêmî de, naguhere. Rewş heman rewş e.”
 
'Em ê çalakiyên xwe yên li dijî kuştinên jinan dewam bikin'
 
Ayşe, ragihand ku ew ê  di çarçoveya kampanyaya “Jin li her derê ne” li dijî komkujiyên jinan ên weke întîharê tên nîşandan li 5 bajaran bimeşin û ji bo tevlîbûna mîtîngan ev bang kir: “Em ê çalakiyên xwe yên li dijî kuştinên jinan dewam bikin. Ji bo ku em dengê jinan biling bikin em ê li 5 bajaran meşan li dar bixin. Yek ji van bajaran jî, bajarê Agiriyê ye. Ji ber ku îro li Agiriyê tundiya li dijî jinan û întîharên jinan pir zêde bûye. Dûre em ê li Dersimê meşa xwe dewam bikin. Ji bo pirsîna aqûbeta Gulîstan Dokû. Pişt re jî em ê li Stenbolê bin. Em bi vî awayî ji têkoşîna xwe gav paşve neavêjin û bang li hemû jinan dikin ku beşdarî meşan bibin û dengê xwe bilind bikin.”