Welatiyên Kobanê li dijî dewriya Rûsya û Tirkiyeyê nerazîbûn nîşan dan

  • 13:27 2 Tîrmeh 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Piştî 14 rojan îro careke din dewriya hevbeşa ya Rûsî-Tirkî li gundewarên Rojavayê Kobanê tûr avêtin, di dema derbasbûna dewriyê de welatiyan hêrsa xwe nîşan dan.
 
Dewriya hevbeş ya Rûsî-Tirkî ku ji 8 wesayîtên polîsên Rûsî-Tirkî û 2 helîkopterên Rûsî pêk tê, îro tora xwe ya 23'an li gundewarên Rojavayê Kobanê avêt. Dewriye ji gundê Aşmê yê Rojavayê Kobanê dest pê kir û di gundên Çariqlî, Qiran, Dîkmedaş, Silîb, Xûrxûrê, Bûban, Siftek, Til El-Şiêr geriyan û piştre ji gundê Sûsan, Qulê, Qereqoya jêrîn, Mişko, Pêndir, Çariqlî û Aşmê re vegeriyan cihê xwe.
 
Di dema derbasbûna dewriya Rûsî-Tirkî de welatiyan li gundê Çariqlî û Pêndir hêrs nîşan dan û bi keviran êrîşî wasayîtên polîsên tirk kirin. Helîkopterên dewleta Rûs jî bombeya gazê li ser welatiyan reşandin.