Li Minbicê jinekê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da

  • 13:21 2 Tîrmeh 2020
  • Rojane
 
 
MINBIC - Hat gotin ku F.A. ya 17 salî û zewicî ye li Minbicê xwe întihar kiriye. Li gor agahiyên hat bidestxistin F.A. îro di saetên serê sibehê de jiyana xwe ji dest da.
 
Hat gotin ku do di saetên şevê de F.A. ya 17 salî û zewicî ye li Minbicê li ser xaniyê cîranan xwe întihar kiriye. Piştî bûyerê F.A. rakirin Nexweşxaneya Şîfa ya Minbicê. Li gor agahiyên hat bidestxistin F.A. îro di saetên serê sibehê de jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê Hêzên Ewlekariya Hundirîn  li cihê bûyerê dest bi lêpirsînê kirin. 
 
Hêjayî gotinê ye ku hîn lêprsîn li cihê bûyerê berdewam e.