Li Ewropayê ji bo 3 jinên hatin qetilkirin çalakî hatin lidarxistin

  • 11:20 2 Tîrmeh 2020
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Dûîsbûrg, Koln û Frankfûrtê yên Elmanyayê  û li bajarên Marsîlya û Rennes ên Fransayê jinên Kurd daketin qadan û tundiya li ser jinan şermezar kirin.
 
Li bajarên Dûîsbûrg, Koln û Frankfûrtê yên Elmanyayê  û li bajarên Marsîlya û Rennes ên Fransayê jinên Kurd daketin qadan û tundiya li ser jinan şermezar kirin.
 
Dûîsbûrg
 
Bi pêşeniya Meclîsa Jinê ya Şehîd Asya Yuksel li Avendûnkplatzê çalakiyek pêk hat. Amara Tolhildan bi navê meclîsê axivî û bi bîr xist ku li her devera cîhanê rojane bi milyonan jin zerarê ji tundiyê dibînin û gelek jiyana xwe ji dest didin. Di çalakiyê de belavoka meclîsê ya li ser mijarê hate xwendin û dirûşmên "Na ji tundiya li jinê re", "Jin, jiyan, azadî", "Dagirker ji Kurdistanê bicehimin", "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.
 
Marsîlya
 
Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan li meydana Vîeûx-Portê jinên Kurd stand danîn. Di çalakiyê de kuştina 3 jinên Kurd li Kobanê ji aliyê dewleta tirk ve hate şermezarkirin û belavok hatin belavkirin.
 
Koln
 
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Kolnê û Meclîsa Jinê ya Viyan a Kolnê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta tirk çalakiyek li dar xistin. Qisekeran bal kişandin ser komkujiya ku dewleta tirk li Kobanê kir û destnîşan kir ku dewleta tirk dixwaze sîstema li Rojavayê Kurdistanê hilweşîne. Her wiha êrişên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê jî hatin bibîrxistin û şermezarkirin.
 
Frankfûrt
 
Çalakî li Haûptwacheyê pêk hat û tundiya li jinan hate şermezarkirin. Di çalakiyê de hate gotin, "Her cure êrişên li dijî jinê û kuştina jinê bi rêk û pêk e." Di çalakiyê de her wiha wêneyên Zeynep Celaliyan hate hildan û bi daxuyaniyekê li aqûbeta wê hate pirsîn.
 
Rennes 
 
Bi pêşengiya Komeleya Civaka Demokratîk a Kurd û Komeleya Jinê ya Zîn li Place de Marîne çalakiyek hate lidarxistin û bi  dirûşman dewleta tirk hate şermezarkirin. Di dema çalakiyê de têkildarî mijarê daxuyaniyek hate dayin.
 
Villier Le Bel
 
Li banliyoya Vîllîer le Bel a Parîsê, êrişên dewleta tirk bi çalakiyekê hatin şermezarkirin. Kurdistanî heta stasyonê meşiyan û piştre mîtîngek li dar xistin. Hevserokê CDK-F'yê Veysel Keser li qada çalakiyê axivî û diyar kir ku Serokkomarê Tirk Erdogan dawiya xwe bi xwe li Kurdistanê amade dike.
 
Lozan
 
Kuştina 3 jinên Kurd li Kobanê bi destê dewleta tirk, li bajarê Lozan ê Swîsreyê hate şermezarkirin. Komek ji jinan bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Lajin li pêşiya dêra St. Laûrentê li hev kom bûn û komkujiyên dewleta tirk û êrişên  li ser Kurdistanê şermezar kirin.