Ji bo lehiya rabû ewlehiyeke berbiçav nehat girtin

  • 11:20 2 Tîrmeh 2020
  • Rojane
WAN - Di lehiya ku li Erdîşa Wanê rabû de hat diyarkirin ku DSÎ'yê tu ewlehiyeke berbiçav negirtiye. 
 
Li taxa Çilkaniya roja berê ji ber barana zêde ku bariya lehî rabû. Ji ber lehiya rabû. Di lêhiyê 70 mîh li ber lehiyê çûn û mirin. Dîsa gelek mal û axurên li gund xesar dîtin. 
 
'Hevjîn û xesiya min li axur asê man'
 
Ji niştecihên taxê Perîhan Yildiz, tirsa xwe ya ji ber lehiyê wiha anî ziman: "Av ji girikên pişta mala me bi derbê re herikî û me nema zanî em ê çi bikin. Di serî de baraneke bi şid bariya o wê demê zarokên min jî li derve bûn. Hevjîn û xesiya min jî li axur mîh didotin û ew jî li wê asê man. Me jî ji şaneşînê li wan dinêrt. Ji ber ku tiştek ji dest me nehat em giriyan. Ava rabû mîh jî li ber xwe birin."
 
'Baxçeyên me jî zerar dîtin'
 
Perîhanê diyar kir ku baxçeyên wan jî ji avê zarar dîtine û got ku ji ber sewalên wan jî telef bûne gelek xemgîn e. Perîhan wiha berdewam kir: "Sewla li ber çavên min telef bûn. Min gelek xwest wan xilas bikim. Hevjînê min çend heb xilas kirin. Lê yên mayî li ber avê çûn. Em gelek xemgîn bûn."
 
Yeşer Yildiz jî got ku 70 mîhên wan li ber avê çûne û wiha berdewam kir: "Av bi derbê re rabû. Çi ket ber li ber xwe bir. 70 mîhên me li ber xwe birin. Me zerareke mezin dît. Ne baxçe ne bostan tiştekî me nema. Xureka me ya di kîlerê de jî çû."