‘Heta deng neyê bilindkirin wê îşkence jî bidome’

  • 09:08 2 Tîrmeh 2020
  • Rojane
ÎZMÎR - Jinan bertek nîşanê îşkenceya li hember aktîvîsta TJA’yê Rojîn Çetîn dan û bi lêv kirin ku ev polîtîkayeke dewletê ya bi zanebûn pêk tê ye û gotin: “Heta ku hemû aliyên bindest yên civakê xeta têkoşînê ava nekin wê ev îşkence bidome. Divê li dijî faşîzmê xeta têkoşîna hevpar bê avakirin.”
 
Bertekên li dijî îşkenceya li hember aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û endama Rêveberiyên Herêma Demokratîk Sevîl Rojbîn Çetîn didomin. Li Îzmîrê aktîvîstên jin diyar kirin ku divê li dijî vê bêdengî tune be.
 
‘Divê lêpirsîn bê destpêkirin’
 
Parêzvana maf Gunselî Suna Kaya da zanîn ku îşkenceya di bin çavan de di asta îdiayê de be jî divê hema dozger lêpirsînê vebike û got: “Rojbîn bi zanebûn hedef hatiye girtin. Rojbîn jinek polîtîk e, mîlîtana azadî û mafê jinan e. Cihê wê yê di rêveberiyên herêmî de jî tê zanîn. Îşkenceya hatiye kirin jî ji bo tirsandin û çewisandinê ye.”
 
Gunselî di berdewamiyê de bi lêv kir berê jî li girtîgehên leşkerî û çalakiyan bi kuçikan êrîş dikirin û got: “Li girtîgeha leşkerî ya Mamakê bi kuçikan dihatin. Di 1996’an de li qada Konakê bi kuçikan êrîşê çalakiya malbatan kirin. Yanî rêbaz ne nû ye, dem bi dem pêk anîn. Bi hêza ku ji desthilatdariyê tê girtin vê dikin. Ev jî ji ber bêcezabûnê pêk tê. Yên li dijî îşkenceyê bêdeng dimînin jî hevkarê sûc in.”
 
‘Di qanûnan de heta 12 salan ceza heye’
 
Ji Komîsyona Jinan a ÎHD’a Îzmîrê Cemîle Karakaya jî bi lêv kir ku li ser siyasetmedarên jin, saziyên jinan û aktîvîstên jin êrîşa sîstematîk pêk tê û êrîşa li hember Rojbînê jî di salvegera ‘Peymana li dijî îşkence û pêkanînên dijmirovahî’ ya NY’ê de pêk hatiye û ev peyman di 90’emîn xala Destûra Bingehîn de jî di bin garantiyê de ye lê mixabin ev peyman bi van pêkanînan tune hatiye hesibandin. Cemîleyê wiha berdewam kir: “Li gorî xala 94’emîn ji 3 salan heta 12 salan ceza jî dikare pêk bê.”
 
‘Êrîş li hember hemû civakê ye’
 
Ji Jinên Kedkar Denîz Cesurel jî wiha got: “Wêneyên Rojbînê nîv tazî dikşînin. Îşkenca zayendî tê kirin. Yanî îşkence wisa bêperwa bûye. Ji emniyeta Amedê jî wêne tên serwîskirin. Ev jî nîşan dide ku ev çavsorî gihiştiye çi astê. Ev êrîşa hatiye kirin li hember hemû civakê hatiye kirin. Ev polîtîkayeke bi zanebûn a dewletê ye. Divê li dijî van êrîşan eniyeke hevpar a têkoşînê bê avakirin. Li dijî faşîzmê divê xeta têkoşîna hevpar bê avakirin.”