'Em li dijî topbarana dewleta tirk li berxwe didin'

  • 09:07 2 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Jinên gundê Gozeliyê ku rastî topbaran û gulebaranên ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve tên, êrîş şermezar kirin û gotin: "Ji ber êrîşên dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê, xewa şevan li me heram e, çav û guhê me her vekirîne. Tevî êrîşan em li gund li berxwe didin." 
 
Ji 9'ê Cotmeha 2019'an heta niha êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser navçeyên Til Temirê didomin. Şêniyên li navçeyên Til Temirê her tên topebarankirin û xewa şevan li wan diherimin. Gundê Gozeliyê ku bi 13 km. li Başûrê Rojavayî navçeya Til Temirê dikeve her ji aliyê dewleta tirk ve tê topbarankirin. Li gund bi dehan sivîl ji netewê kurd û ereb ruxmî topbaran û gulebaranê dijîn. Têkildarî êrîşan jinên ku gundê Gozeliyê dijîn nêrîna xwe parve kirin.
 
'Xewa şevan li me heram e'
 
Fatima Xelîl a 75 salî ku nexweşiya şekir û guh pê re heye û çavekî wê jî kor bûye wiha got: "Xewa şevan li me heram e, çav û guhê me her vekirîne. Niha dewleta tirk û çete li gundê Erebînê bi cih dibin, navbera me û wan de tenê rêya M4 heye û em wan bi çavan dibînin. Yanî çawa tev digerin û malên sivîlan didizin, em dibînin. Dema topbaran jî çêdibe hevjîna kurê min dikeve bin piyê min û min dûr dibin heya ku disekine û piştre em vedigerin mal."
 
'Çeteyan hewil dan min birevînin'
 
Fatimayê anî ziman ku ew berî were Gozeliyê li Erebînê dijiya û ew rastî hewldana revandinê ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve hatibû û wiha dom kir: "Çeteyan hatin di malê me de êrîşî me kirin. Malên me serûbinî hev kirin û milkên me jî dizîn. Dema ku em li Erebînê bûn çeteyekî hat û bi hinceta ku wê min biparêze, min kişand kêleka malekê. Ez hişyar bûm min jê re got 'Tu min bi ku derê ve dibe? Min berde yan na ez ê bi vî gopalî li serê te bixim.' Destên xwe avêt bêrîkên min û got 'kanî hemî pereyê xwe'. Piştre ji ber ku pere li cem min nebûn, min berda û niha ez li Gozeliyê dîsa li ber dengê topan dijîm. Hûn bixwazin û nexwazin jî em ê li malê xwe li ser axa xwe bijîn. Hûn jî çawa hatin hûn ê stûxwar jî derkevin, ji ber ev ne axa we ye. Ez pîr, kor û nexweşim jî lê ez ji malê xwe jî dernakevim."
 
'Em her roj rastî topbarana dewleta tirk û komên girêdayî wê tên'
 
Xedîcê Xelef jî wiha got:"Piraniya zarokên me ji ber germê û nebûna ceyranê bi nexweşiyên cuda re rû bi rû man. Cîhan tev dizane ku em li vir çawa dijîn. Tiştên ku bi serê me de tên bi serê kesekî ve nehatiye. Ger jinek li ber welidandinê be jî êvarê nikare ji gund derkeve ji ber ku çete wan didin ber guleyan. Heya niha me nedîtiye ku Rûs hatine gund û zehmetiyên ji ber dagirkeriyê em dijîn pirsîne. Ruxmî ku Emerîka û Rûsya jî li herêmê ne lê her du jî bi erka xwe ve ranabin û em jî her roj rastî topbarana dewleta tirk û komên girêdayî wê tên. Eger Emerîka û Rûsya dil bikin dikarin dewleta tirk û çeteyên wê li sînorekî bisekinînin. Heya dawiyê em ê li ber xwe bidin. Pêwîst e Emerîka û Rûsya destûrê nedin kiryarên dagirkeriyê."